Li Fîlîpînan di erdheja bi pileya 7,8 de herî kêm 41 kes mirin

Li başûrê Fîlîpînan di erdheja bi mezinahiya 7,8 de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane, gihişte 41’an. Rayedaran ragihand ku zêdeyî 450 kes birîndar bûne.

Sihara duşemê li peravê Girava Mindanao ya li başûrê Fîlîpînan bi pileya 7,8 erd hejiya. Bîlançoya erdhejê giran dibe.

Li gorî agahiyên çavkaniyên eyaletê, hejmara kesên ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dane gihişte 41’an û zêdeyî 450 kes birîndar bûn.

Di dema erdhejê de gelek kes li dibistanan bûn.

BI HEZARAN KES JI CIHÊN XWE HATIN KIRIN

Piştî erdhejê bi hezaran kes neçar man cihên xwe biterikînin. Beşekî birîndaran ji ber qelebalixî û zirara li tesîsên tenduristiyê, li qadên vekirî tedawî dibînin.

Bi taybetî li herêmên başûrê welêt, gelek avahiyan zirar dîtin.

Li eyaleta Saranganî ku yek ji herêmên herî zêde ji erdhejê bandor bûye, li hin cihên niştecihiyê tenê dikarin bi helîkopterê xwe bigihîninê.

Wezîrê Parastina Sivîl a Herêmî Rodrigo Sosmena diyar kir ku erdhejên biçûk xebatan hêdî dike û got, “Hîna erdhejên biçûk çêdibin. Lewma ekîp pir bi baldar tevdigerin. Ev rewş operasyonan zehmet dike.”

HIŞYARIYÊN TSÛNAMIYÊ HATIN RAKIRIN

Piştî erdhejê, li peravên başûr ê Fîlîpînan û Endonezyaya cîran fermanên tahliyeyê hatin dayîn. Li gelek welatan hişyariyên tsûnamiyê hatibûn dayîn, lê piştî nirxandinan hişyarî hatin rakirin.

Rayedaran diyar kir ku xeteriya erdhejên biçûk didome û hişyarî da gel ku ji avahiyên zirar dîtine, dûr bisekinin.