Ji Şerê Cîhanê yê 2'yemîn û vir ve cîhan gihîştiye asta herî bilind a şer

Li gorî rapora PRIO'yê, şerê ku di sala 2025'an de li navbera dewletan de qewimî, ji Şerê Cîhanê yê 2'yemîn û vir ve asta herî bilind e.

Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê (PRIO) ku navenda wê li Norwêcê ye, rapora xwe ya bi navê "Meylên Şer" (Conflict Trends) eşkere kir û nîşan da cîhan hîn bêhtir dikeve nava serdemeke nearam û tundiyê.

Di lêkolînê de hate ragihandin ku di asta navneteweî de tundî hem ji aliyê cografî ve belav bûye, hem jî demdirêj û hilweşîner bûye. Her wiha işaret bi wê yekê jî hate kirin ku kapasîteya saziyên navneteweyî ya ji bo rawesteandina şer lawaz bûye.

DI SALA 2025'AN DE 65 CARAN ŞER QEWIMÎ

Li gorî raporê, di sala 2025'an de bi giştî 65 caran şer qewimî ku herî kêm dewletek li aliyê vî şerî bû. Ev hejmar ji sala 1946'an û vir ve ku ji hingî ve dane têne komkirin, weke asta herî bilind hate destnîşankirin.

Şerê navbera dewletan jî di nava salekê de bi du qatî zêde bû û gihîşt 8'an. Bi vî rengî rekora 80 salên dawî şikand.

Rageşiya li ser sînor a navbera Hindistan-Pakistanê, nakokiya Efganistan-Pakistanê, rageşiya sînor a navbera Kamboçya-Taylandê, şerê Rûsyayê yê li ser Ûkraynayê, operasyonên leşkerî yên Îsraîlê yên li ser Sûriyeyê û rageşiyên herêmî yên li Rojhilata Navîn ji van şerê salê hatin nirxandin.

245 HEZAR KESÎ JIYANA XWE JI DEST DAN

Li gorî lêkolînê, sala 2025'an bû sala sêyemîn ku piştî bidawîbûna Şerê Sar herî zêde mirovan jiyana xwe ji dest dan.

Li seranserê cîhanê di şer û bûyerên tundiyê yên siyasî de nêzî 245 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan. Hate ragihandin ku 76 hezar û 500 ji qurbaniyan di encama êrişên yekser ên li ser sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

KOMKUJIYÊN LI SÛDANÊ

Li gorî raporê, şerê navbera artêşa Sûdanê û hêzên paramîlîter, yek ji çavkaniyên herî girîn gên mirina sivîlan bû.

Tê texmînkirin ku tenê li bajarê El Faşerê yê li herêma Sûdanê di dorpêçî û şer de 60 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan.

Ji lêkolînerên PRIO'yê Siri Aas Rustad anî ziman ku salên dawî gelek şer di heman demê de dewam dikin.

Rustad got, "Cîhan firsendê nabîne ku bêhnê bistîne."

KONSEYA EWLEKARIYÊ YA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ BÊKÊR BÛ

Rustad ragihand ku Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bêkêr bûye, hevkariya navneteweyî lawaz bûye û cîhan ber bi dijberiyeke nû ve diçe.

Li gorî raporê, yek ji herêmên herî zêde dewlet tevlî şer bûne Efrîka ye. Li parzemînê 29 şerên cuda qewimîn. Piştî Efrîkayê parzemînên Asya, Rojhilata Navîn, Emerîka û Ewropa tên.