CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Çadê êrîşa bi dron: Herî kêm 17 kes mirin
Li bajarê Tine ya rojhilatê Çadê ku nêzîkî sînorê Sûdanê ye, şeva Çarşemê bû hedefa êrîşeke droneyê. -
NY: Sala 2024’an nêzî 5 milyon zarokan jiyana xwe ji dest dan
Li gorî rapora nû ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li seranserî cîhanê di salên dawî de pêşketinên ji bo astengkirina mirina zarokan pir hêdî bûne. -
Li Nîjeryayê êrîşa xwekujiyê: Herî kêm 23 kes mirin
Di encama êrîşa xwekujiyê ya li bajarê Maiduguri yê li bakurrojhilatê Nîjeryayê de herî kêm 23 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 100 kes jî birîndar bûn. -
Pakistanê li Kabûlê komkujî kir: Herî kêm 400 kes mirin
Di êrişa hewayî ya Pakistanê de ya li ser navendeke tedawiya madeyên hişbir a li Kabûlê herî kêm 400 kes mirin, bi sedan kes birîndar bûn. Rêveberiya Efgan êriş weke 'kiryareke li dijî mirovahiyê' pênase kir. -
Elmanya: Şerê li dijî Îranê ne pirsgirêka NATO’yê ye
Berdevkê Serokwezîrê Elmanyayê Friedrich Merz diyar kir ku operasyonên leşkerî yên pêkan ên li dijî Îranê ne şerê NATO’yê ne. Welatên Ewropayê jî têkildarî planên Serokê DYA’yê Donald Trump daxwaza agahiyên berfirehtir dikin. -
Li Swîsreyê gelek kes destavêtina zarokan organîze dikim
Li Swîsreyê her sal bi dehan kes bi tawanbarkirina organîzekirina êrîşên zayendî yên li ser zarokan tên tawanbarkirin. Ev kes bi rêya înternetê pere didin malbatên li welatên xizan û van sûcan pêk tînin. -
Li Fransayê nîqaşa ‘Gurê Boz’: Namzetê lîsteya rastgirên tundraw bû sedema nîqaşê
Rojnameya Fransî Libération nivîsand ku Oktay Aktan, ê ku di lîsteya hilbijartinên herêmî ya bi piştgiriya partiya rastgira tundraw Rassemblement National (RN) de cih digire, parvekirinên bi piştgiriya tevgera "gurên boz" kiriye. -
Pakistanê êrişên hewayî bir ser Efganistanê
Pakistanê ragihand ku li bajarê Kandahar ê li başûrê Efganistanê êrişên hewayî biriye ser hedefên leşkerî û "stargehên terorîstan". Rêveberiya Talîbanê jî diyar kir ku êriş li ser qadên sivîl hatiye kirin û tiştek bi kesî nehatiye. -
Kûbayê piştrast kir ku bi DYA’yê re hevdîtin tên kirin
Serokdewletê Kûbayê Miguel Díaz-Canel piştrast kir ku welatê wî di dema dawî de bi DYA’yê re hevdîtin pêkanîne. Hat diyarkirin ku armanca hevdîtinan çareserkirina pirsgirêkên navbera her du welatan bi riya diyalogê ye. -
Li Rûsyayê qutbûna înternetê rê li ber ’gotegotên darbeyê' vekir
Di hefteya borî di serî de li gelek bajarên mezin ên Rûsyayê di înternet û ragihandina mobîl de astengiyên cidî hatin jiyîn. Her çiqasî Kremlin qutbûnan bi "sedemên ewlehiyê" ve girêdide jî, lê li ser medyaya dîjîtal gotegotên darbeyê belav dibin. -
Li Etiyopya lehî û hezaz: Herî kêm 48 kes mirin, 95 kes jî winda bûn
Li herêma çandiniyê ya li başûrê Etiyopyayê ji ber lehî û hezazê ku di encama barana dijwar de rû da, herî kêm 48 kes mirin û 95 kes jî winda bûn. -
Sîstema parastina hewayî ya 20 milyon dolarî ya Rûsyayê bi droneyekê hate îmhakirin
Artêşa Ûkraynayê ragihand ku sîstema parastina hewayî ya Pantsir-S1 a Rûsyayê ji aliyê hêzên Ûkraynayê ve hate îmhakirin. -
NY: Ji meha Çileyê ve ye 270 hezar Efxan ji Îran û Pakistanê vegeriyane
Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku ji destpêka salê heya niha nêzîkî 270 hezar Efxan ji Îran û Pakîstanê vegeriyane welatê xwe Efxanistanê. -
DYE’yê Biratiya Misilman a Sûdanê wekî 'rêxistina terorîst' ragihand
Rêveberiya DYE’yê ragihand ku wan Biratiya Misilman a Sûdanê wekî "rêxistina terorîst" pênase kiriye. -
Qibris: Endamtiya NATO’yê bû mijara sereke
Serokkomarê Qibrisê Nikos Christodoulides, anî ziman ku piştî êrîşa balafirê bêmirov ji bo Qibrisê endamtiya NATO’yê bûye mijara herî sereke. Qibris endamê YE’yê, lê ne endamê NATO’yê ye. -
Li Kongoyê karesata madenê: Zêdeyî 200 kes mirin
Li eyaleta Kivu ya Bakur a Komara Kongo ya Demokratîk, ji ber hezaza li qada madenê ya Rubayayê zêdeyî 200 kesî jiyana xwe ji dest dan. -
Senatoyê pêşî li Trump vekir: Daxwaza kêmkirina erkê nehate qebûlkirin
Li Senatoya DYE'yê komargeran pêşnûmeya ku li ser Serokê DYE'yê Donald Trump ferz dike ku beriya dewamkirina şerê bi Îranê re divê destûrê ji Kongreyê werbigire, red kirin. -
Trump rexne li Brîtanyayê kir û fermana qutkirina bazirganiyê bi Spanyayê re da
Serokê DYE’yê Trump diyar kir ku ew ji ber êrîşên li ser Îranê ji Serokwezîrê Îngiltereyê Keir Starmer "ne razî" ye. Trump ji ber ku Spanyayê destûrê neda DYE bargehan bi kar bîne, ferman da ku hemû têkiliyên bazirganî bi Spanyayê re werin qutkirin. -
DYA’yê 1250, Îran’ê jî 560 hedefên hatine lêdan eşkere kir
Artêşa DYA’yê, di çarçoveya operasyonên ku roja şemiyê dest pê kirine de ragihand ku li Îranê zêdetirî 1250 hedef lêdane; Supayê Pasdarên Şoreşa Îranê jî diyar kir ku wan êrîşî 60 hedefên stratejîk û 500 xalên leşkerî kiriye. -
Starmer: Em bi guhertina rejîmê ya ji esmânan bawer nakin
Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer destnîşan kir ku welatê wî dê beşdarî êrîşên li ser Îranê nebe û ew li dijî "guhertina rejîmê ya ji esmânan" e. Starmer tekez kir ku divê gavên leşkerî teqez xwedî bingehekî zagonî bin. -
Trump dibetiya hêza bejayî li Îranê red nekir
Serokê DYA’yê Donald Trump diyar kir ku ew dibetiya bicihkirina leşkerên Amerîkî li ser xaka Îranê bi tevahî red nake. Daxuyaniya Trump piştî peyamên bi baldarî yên Pentagonê hat. -
Şerê Îranê petrol biha kir
Rageşiya ku bi şerê li Îranê li Rojhilata Navîn zêde bû, li bazara Asyayê buhayê petrolê gelekî bilind kir. Fuhayê warîla petrol a Brent ji sedî 13 zêde bû û 80 dolar derbas kir. -
Wezîrên Karên Derve yên YE’yê bi rojeva Îranê civîna awarte li dar xistin
Wezîrên Karên Derve yên 27 welatan ji bo nirxandina êrîşên DYA û Îsraîlê yên li ser Îranê civîna li ser înternetê li dar xistin. Di civînê de hat armanckirin ku li hemberî geşedanên dawî helwestekî hevpar were diyarkirin. -
Li gorî Kîev, Rûsyayê ‘garantiyên ewlehiyê’ yên DYE’yê di prensîbê de qebûl kir
Rêveberiya Ûkraynayê ragihand ku Rûsyayê plana garantiyên ewlehiyê ya ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ji bo Ûkraynayê pêşkêş kirî, qebûl kiriye. -
Hikûmeta Avustralyayê ji bo Helebê daxuyanî da
Wezîra Karûbarên Derve Penny Wong, bersiva nameya parlamentera Partiya Karkeran Charishma Kaliyanda ya derbarê êrîşên hikûmeta demkî ya Şamê ya li ser gelê Kurd, da.