Sala 2025’an ji bo penaberên Rohingya sala herî kujer bû

Komîseriya Bilind ê Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), ragihand ku di sala 2025’an de nêzîkî 900 penaberên Rohingya li Derya Andaman û Kendava Bengalê mirine an jî winda bûn.

UNHCR’ê, diyar kir ku rêwîtiyên deryayî yên penaberên Rohingya di sala 2025’an de gihîştine asta herî kujer.

Ji destpêka salê ve nêzîkî 900 kes li Deryaya Andaman û Kendava Bengalê mirine an jî winda bûne.

Nêzîkî 6 hezar û 500 kesan hewl dane ku bi rêya deryayê birevin û ji her heft kesan yek mirine an jî winda bûne.

Herî dawî li Deryaya Andaman keştiyek noqî avê bûye û nêzîkî 250 kes ku piraniya wan zarok in, winda bûne.

Rohingyayên ku ji şerên li Myanmarê direvin, li kampên li Bangladeşê dijîn û ji bo jiyaneke çêtir rêwîtiyên xeternak dikin.

UNHCR’ê, banga avakirina rêyên koçberiyê yên ewle û tedbîrên ji bo têkoşîna li dijî bazirganiya mirovan kir.