CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Azerbaycanê cezayên giran ji bo rêveberên Ermen yên Qerebaxê
Li paytextê Azerbaycanê Bakuyê, dadgeha leşkerî derbarê navên sereke yên rêveberiya berê ya Qerebaxê de, di navbera 20 salan û cezayê heta hetayî de cezayên giran birîn. -
CIA’yê dawî li weşandina ‘World Factbook’ anî
CIA ya DYE’ê diyar kir ku wê dawî li weşandina çavkaniya referans a bi navê ‘’World Factbokk’’ (Pirtûka Rastiyên Cîhanê) aniye ku çavkaniyê têkildarî welatên cîhanê daneyên berfireh pêşkêş dike û ev zêdetirî 60 salan e tê weşandin. -
Neteweyên Yekbûyî: Li Sûriyeyê gefa DAÎŞ'ê mezin dibe
Alîkarê Sekreterê Giştî yê Ofîsa Têkoşîna li dijî Terorê ya Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku DAÎŞ ji rewşa li Sûriye û Efrîkayê sûd wergirtiye û hîn bêhtir çeteyên biyanî tevlî nava rêxistinê bûne. -
NY’yê ji bo ‘bêçekkirina nukleerî’ bang li DYE û Rûsyayê kir
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, bang li DewletênYekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û Rûsyayê kir ku bi lez têkildarî peymana bêçekkirina nukleerî li hev bikin. -
Li Eyaleta Kwara ya Nîjeryayê komkujî: Hejmara miriyan derketiye 162 kesan
Hejmara miriyên êrîşa komên çekdar li ser gundê Woro li eyaleta Kwara ya navendî-rojavayê Nîjeryayê gihîştiye 162 kesan. -
HRW: DYE li ser rêya otorîteriyê ye, azadiya li Çîn û Rûsyayê jî kêmî 20 sal berê ye
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW), di rapora xwe ya salane de diyar kir ku piştî Donald Trump bûye serok li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ji aliyê demokrasî û mafên mirovan ve daketinek heye. -
Li Lîbyayê Seyfulîslam ê kurê Kaddafî hate kuştin
Seyfulîslam Kaddafi yê kurê serokê berê yê Lîbyayê Muammer Kaddafî li bajarê Zenten ê rojavayê welêt di encama êrîşa komekê de hate kuştin. -
Li Kolombiyayê ji bo piştgiriya Şoreşa Rojava çalakî
Di çarçoveya kampanyaya piştgiriyê ya “Riseup 4 Rojava” û “Women Defend Rojava” de, di navbera 25’ê Çile û 1’ê Sibatê de li Abya Yala’yê çalakî hatin lidarxistin. -
Li Awistiryayê bi hezaran kes ji bo Rojava daketin kolanan: Îradeya jinan nayê şikandin!
Li Viyana, Graz û Welsê, bi hezaran Kurd û dostên wan êrîşên li ser Rojava protesto kirin. Jinan di refên pêş ên meşan de bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” meşiyan û wiha gotin, “Em ê ji bo mîsogeriya şoreşa jinan ji kolanan neterikînin.” -
Li DYE'yê bahoza zivistanê: Hejmara qurbaniyan bû 23
Li tevahiya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ji ber germa û berfê jiyana rojane tevizî. Li seransreê welêt ji ber mercên zivistanê herî kêm 23 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Sydneyê êrîşên li ser Rojava hatin protestokirin
Li Sydneyê êrîşên çeteyên girêdayî HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk ên li ser Rojava hatin protestokirin. -
Li cîhanê çalakiyên piştevaniya bi Rojava re dewam dikin
Kurdan li Melbourne, Saratov, Dragugnan û Marsîlyayê êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê protesto kirin. Girseyê bêdengiya raya giştî ya navneteweyî rexne kirin û banga piştevanî û berxwedanê kirin. -
Êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê di rojeva Parlamenta Uruguayê de ne
Di rûniştina li Parlamenta Uruguayê de êrişên li ser gelê Kurd ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin kirxandin ku ji 6'ê Çileyê û vir ve têne kirin. -
Trump: Îran dixwaze hevdîtinê bike, em ê hevdîtinê bikin
Serokê DYE'yê Donald Trump roja Pêncşemê li Davosê di 'Konseya Aştiyê' ya ji bo Xezeyê de daxuyanî da û diyar kir ku Îran dixwaze bi DYE'yê re dest bi hevdîtinan bike û Washington ji vê yekê re amade ye. -
UEA: Di sala 2026’an de wê daxwaza petrolê zêdetir be
UEA’yê di rapora xwe ya mehane de diyar kir ku li gorî sala 2025’an wê îsal daxwaza petrolê zêdetir be. Ajansê, ragihand ku ev zêdebûn dê rê li ber kêmbûna aloziyên bazirganiyê û daketina bihayên petrolê veke. -
Netanyahu vexwendina Trump a ‘Konseya Aştiyê’ qebûl kir
Hate ragihandin ku Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu vexwendina tevlîbûna ‘’Konseya Aştiyê’’ ya ji aliyê Serokê DYE’yê Donald Trump ve tê plankirin, qebûl kiriye. -
Li Guatemalayê krîza çeteyan: Li seranserê welêt rewşa awarte hate îlankirin
Li Guetemalayê Serokê Dewletê Bernardo Arevaloragihand ku piştî serhildanên çeteyan ên li girtîgehan û çalakiyên dîlgirtinê li seranserê welêt ji bo mehekê rewşa awarte hatiye îlankirin. -
Agir bi daristanên Şîlî ket: 19 kes mirin, bi deh hezar kes jî hatin veguhastin
Di encama şewatên daristanên li başûrê Şîliyê de 19 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji ber ku şewat hê jî nehatine vemirandin rayedaran li herêmên ku ji şewatê zêde bandor bûne qedexeya derketina derve ya bi şev îlan kirin. -
NY: Şerê sê salan li Sûdanê gel ber bi dojehê ve bir
Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Volker Turk, diyar kir ku şerê nêzî sê salan yê li Sûdanê berdewam dike gel "ber bi dojehê ve biriye" û derbarê tevlêkirina zarokan di nav şer de û binpêkirinên giran ên li ser sivîlan de hişyarî da -
Trump da zanîn ku ji bo Xezeyê ‘Konseya Aşitiyê’ hatiye avakirin
Serokê DYE’yê Donald Trump ragihand ku ‘’Konseya Aştiyê ya ji bo Xezeyê’’ hatiye avakirin ku ev yek di navenda plana Emerîkayê de cih digire. -
Rapor: Li seranserê cîhanê 388 milyon Xiristiyan di bin gefa giran de ne
Li gorî rapora ku ji aliyê saziya civakî ya Protestan Deriyên Vekirî (Portes Ouvertes) ve hate weşandin, di sala 2025’an de li seranserê cîhanê zêdetirî 388 milyon Xiristiyan ji ber baweriya xwe herêmên ku lê zexta giran û cudakarî heye, dijîn. -
Trump: DYE wê bi 'rê û rêbazekê' Gronlandê bistîne
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump îdîa kir ku herêma xweser a Danîmarkayê Gronland wê bikeve bin kontrola DYE'yê û got, "Ya bi lihevkirinê ya jî bi rengekî cuda em ê Gronlandê bi dest bixin." -
DYE ji 66 saziyên navneteweyî vekişiya
Rêveberiya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) bi hinceta ‘’îsraf, bêbandorbûn û zirarbûnê’’ biryar da ku ji 66 saziyên navneteweyî vekişe. -
DYE'yê du tankerên petrolê yên girêdayî Venezuelayê desteser kir
DYE di çarçoveya cezayên li dijî Venezuelayê de li Bakurê Atlantîk û Karayîbê li pey hev operasyon pêk anî û du tankerên petrolê desteser kir. -
Rodriguez: Kontrol di destê me de ye, Trump: Wê 50 milyon warîlên petrolê bidin
Serokdewletê demkî yê Venezuelayê Delcy Rodriguez nerazîbûnên xwe nîşanî gotina Trump ya ‘’DYE êdî kontrola Venezuelayê di destê xwe de digire’’ da û diyar kir ku welêt ji aliyê tu hêzên derve ve nayê birêvebirin.