NY: Sala 2024’an nêzî 5 milyon zarokan jiyana xwe ji dest dan
Li gorî rapora nû ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li seranserî cîhanê di salên dawî de pêşketinên ji bo astengkirina mirina zarokan pir hêdî bûne.
Li gorî rapora nû ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li seranserî cîhanê di salên dawî de pêşketinên ji bo astengkirina mirina zarokan pir hêdî bûne.
Li gorî rapora NY’ê, sala 2024’an nêzî 5 milyon zarokên di bin temenê 5 salî de jiyana xwe ji dest dan.
Hate destnîşankirin ku gelek ji zarokên jiyana xwe ji dest dane, wê bi mudaxileyên tenduristiyê yên hêsan û bi kêm maliyet bihatana rizgarkirin.
Her çendî ku tê gotin, ji sala 2000’an ve mirina zarokan ji nîviyê zêdetir kêm bûye jî, piştî sala 2015’an leza vê kêmbûnê zedeyî sedî 60 hêdî bûye.