CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Kosovayê dest bi qebûlkirina kesên ku ji DYE’yê hatine dersînorkirin, kir
Serokwezîrê Kosovayê Albin Kurti diyar kir ku qebûlkirina welatiyên welatê sêyemîn ên ji DYE’yê hatine dersînorkirin, dest pê kiriye. -
Acled: Tundiya cîhadîst ji Sahelê ber bi welatên Efrîqayê yên peravê ve belav dibe
Saziya çavdêriya şer û pevçûnan a navneteweyî Acledê diyar kir ku komên cîhadîst ji herêma Sahelê ber bi welatên peravê yên weke Beninê ve belav dibin û li herêmê ‘’eniyeke nû’’ ava dibe. -
Belgeya veşartî: Trump armanc dike çar welatên YE’yê’ ji ‘yekîtiyê’ qut bike!
Hefteya bihurî Stratejiya Ewlehiyê ya Neteweyî ya DYE’yê hatibû weşandin û li Ewropayê rê li ber nîqaşên mezin vekiribû. Lê tê diyar kirin ku xetereya mezin di plana veşartî ya ku nehatiye eşkerekirine. -
Piştî dewriyeya Çîn-Rûsyayê ji Japonya-DYE'yê tetbîqata hewayî ya hevpar
Japonyayê ragihand ku piştî bûyera kilîda radarê ya Çînê ya li hemberî balafirên şer ên Japon û firîna balafirên bombardûmanê yên hevpar ên Çîn û Rûsyayê, li gel Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) tetbîqateke hewayî ya hevpar kiriye. -
Li Myanmarê nexweşxaneyek ji hewayê hate bombekirin: Herî kêm 31 kes mirin
Li Myanmarê (Burma) hêzên cûntayê êrişeke hewayî birin ser nexweşxaneyek li rojavayê welêt. Di encamê de herî kêm 31 kesan jiyana xwe ji dest dan, 68 kes jî birîndar bûn. -
Li bakurê Japonyayê bi pileya 7,5 erd hejiya: Herî kêm 51 kes birîndar bûn
Li peravê Aomori ya li bakurê Japonyayê şeva duşemê bi pileya 7,5 erd hejiya, ji ber erdhejê hejmara birîndaran gihişt 51’an. -
Tom Barrack: Tirkiye ji bo tevlî bernameya F-35 bibe divê xwe ji S-400'î rizgar bike
Sefîrê Bilind ê DYE'yê yê li Tirkiyeyê Tom Barrack anî ziman ku bi Tirkiyeyê re li ser mijara daxwza wê ya jinûve tevlîbûna li nava bernameya F-35 a balafirên şer hevdîtin dewam dike. -
Li Awustralyayê qedexeya medyaya dijîtal a di bin 16 salî de ket meriyetê
Li Awustralyayê ji roja Çarşemê ve kesên temenê wan di bin 16 salî de wê nikaribin têkevin platformên medyaya dijîtal û ketina wan a platforman bi awayekî fermî hat qedexekirin. -
RSF: Salekê 67 rojnamevan hatin kuştin, nîvî jê li Xezeyê bûn
Rojnamevanên Sînornenas (RSF) di rapora xwe ya sala 2025'an de ragihand ku li seranserê cîhanê di nava salekê de 67 rojnamevan hatin kuştin. Hate gotin, nîvê wan li Xezeyê ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatin kuştin. -
Yekîtiya Ewropayê ji gotina Elon Musk a 'Bila YE bê belav kirin' hêrs bû
Piştî ku Yekîtiya Ewropayê (YE) ji ber Zagona Xizmetên Dîjîtal (DSA) 120 milyon euro ceza li platforma medyaya sanal X’ê (berê Twitter) birî, Elon Musk bi gotina "Bila YE bê belav kirin" tundî nîşan da. -
Li Sûdanê paramîlîteran qada herî mezin a petrolê bi dest xistin
Hêzên Piştevaniya Lezgîn (HPL) ku li dijî artêşa Sûdanê şer dike, qada herî mezin a petrolê ya welêt Heglig bi dest xist. -
YE’yê nerazîbûn nîşanî ‘destwerdana siyasî’ ya DYE’yê da
Serokê Konseya Ewropayê (YE) Antonio Costa, diyar kir ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) hevalbendek girînge lê nerazîbûn nîşanî ‘gefa destwerdana li jiyana siyasî ya Ewropayê’ da. -
Li Asyayê felaketa Mûsonê: Zêdeyî 1.800 kes mirin
Ji ber ba, bahoz û barana mûsonê li başûr û başûrrojhilatê Asyayê lehî rabû û hezazê rû da. Bîlanço giran dibe. -
Li Asyayê karesatên lehiyê: Hejmara qurbaniyan gihişt hezar û 790 kesan
Bahozên tropîkal û baranên mûsonê yên ku bandor li Başûr û Başûr Rojhilatê Asyayê kir, di serî de li Endonezya û Srî Lankayê li gelek welatan rê li ber hilweşînên mezin vekir. Hejmara qurbaniyan gihişt hezar û 790 kesan. -
Li Efrîkaya Başûr li dijî wargeha karkeran êrîşa çekdarî: Herî kêm 11 kes mirin
Li paytexta Efrîkaya Başûr Pretoriayê îro li dijî wargeha karkeran êrîşeke çekdarî pêk hat û herî kêm 11 kes mirin. -
Li sînorê Efganîstan û Pakîstanê şer: 4 sivîl mirin
Şeva Înê li herêma Spin Boldak a başûrê Efganîstanê di şerê li ser sînora Efganîstan û Pakîstanê de 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 4 jî birîndar bûn. -
Talîbanê girtiyekî cinayetê bi destê zarokekî 13 salî da înfazkirin
Li bajarê Host ê li rojhilatê Efxanistanê roja Sêşemê ji aliyê rêveberiya Talîbanê ve înfazeke eşkere hate kirin. Înfaz, ji zarokekî 13 salî re da kirin. -
Trump, dixwaze ‘dawî li koçberiya girseyî ya li cîhanê’ bîne
Serokê DYE’yê Donald Trump, diyar kir ku ew ‘ji hilweşîna şaristaniya Ewropayê ‘ bi fikar e û got ku ew dixwaze ‘dawî li koçberiya girseyî ya li cîhanê bîne. -
Venezuela îzole bû: Seferên derve sekinîn
Piştî ku DYE’yê li Karayîbê komkirineke leşkerî ya berfireh pêk anî gelek şîrketên balafiran ên biyanî bi hinceta ewlehiyê seferên xwe yên ji bo Venezuelayê dan sekinandin. -
DYE droneyên kamîkaze li Rojhilata Navîn bi cih dike
DYE yekemcar yekîneyeke ji droneyên kamîkaze ava dike ku li Rojhilata Navîn bi cih bike. -
Li Endonezya û Srî Lanka hejmara qurbaniyan zêde dibe
Li Endonezya û Srî Lanka piştî lehiyên mezin ku rê li ber gelek mirinan vekir, hişyariyên baranên zêde ku dê roja Pêncşemê bibare hat kirin. -
Li Asyayê çima karesatên lehiyê yên ewqas dijwar rû didin?
Li Başûr û Başûrê Rojhilatê Asyayê ji ber barana dijwar ku bi heftiyan didome, bîlanço girantir kir. Bêhtirî hezar û 400 kes mirin, hezar kes winda ne û mîlyonek kes neçar man cih û warên xwe berdin. -
Lula û Trump ji hevkariya têkoşîna li dijî sûcên organîze re amade ne
Serokdewletê Brezîlyayê Lula da Silva û Serokê DYE’yê Donald Trump, di hevdîtineke xwe ya li ser telefonê de têkildarî xurtkirina hevkariya têkoşîna li dijî sûcên organîze yên navneteweyî li hev kirin. -
Bîlançoya şewata li Hong Kongê giran bû: 159 kes mirin
Li Hong Kongê, bîlançoya şewata li avahiya Wang Fuk Court giran bû. Piştî ku temamiya avahiyê hate kontrolkirin, hejmara qurbaniyan gihîşt 159'an. -
Firotina çekan a cîhanê zêde bû
Li gorî rapora SIPRI, şerên Xeze û Ukranyayê û rakêşeyên gerdûnî û jeopolîtîk, dahata 100 hilberînên çekan ên herî mezin ên cîhanê zêde kiriye. Bi taybet di firotinên şîrketên çekan ên Elman de zêdebûneke girîng hate dîtin.