CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Şîliyê hilbijartina serokkomariyê
Li Şîliyê roja Yekşemê hilbijartina serokkomariyê hat lidar xistin. Her çend namezeta hevpeymaniya çepgir di tûra yekem de li pêş be jî, îhtîmala serketina rastgirên tund di tûra duyemîn de xurt e. -
Konseya Ewlekariyê ya NY'ê ji bo bicîhkirina hêzeke pirneteweyî li Xezayê dê duşemê dengdanê bike
Konseya Ewlekariyê ya NY'ê dê sibê ji bo bicîhkirina hêzeke pirneteweyî li Xezayê dengdanê bike. Xala di projeya biryarê de cih digre û "rêya ber bi dewleta Filistînê" pêşbînî dike, bû sedema nîqaşan û tê çaverêkirin ku dengdan roja duşemê pêk were. -
Zelensky: Ukranya bi Rusyayê re ji bo pevguhertinekî nû ya êsîran dixebite
Serokê Dewletê yê Ukranyayê Zelensky ragihand ku muzakereyên ku tên kirin dikare pevguhertineke êsîran ku 200 hezar Ukranyayî bigihîne malên wan, pêk bîne. -
Ûkrayna wê ji Yewnanistanê gaz bigire
Serokê Dewleta Ûkraynayê Volodimir Zelenski ragihand ku ji bo di dema zivistanê de pêwistiya xwe ya enerjiyê pêşwazî bikin, wê ji Yewnanistanê gaz bigirin. -
Li Şîliyê hilbijartina di bin siya 'nîqaşên ewlekarî û koçberiyê' de
Şîlî roja Yekşemê ji bo hilbijartina serokdewletê nû diçe dengdanê. Zêdebûna sûcên rêxistinkirî, sozên li ser dersînorkirina koçberan ji aliyê rastgiriya tund ve hatin dayin, mohra xwe li kampanya hilbijartinê xist. -
Keyayê Urdun û Serokwezîrê Pakîstanê ji cih kirina Xezayiyen re gotin na
Keyayê Urdunê Abdullahê II. El Husên û Serokwezîrê Pakîstanê Şehbaz Şerîf, aşkere kirin ku ew li dijî cihguhertina Filistîniyên li Xezayê helwesteke hevpar û bi biryar nîşan didin. -
Konseya Ewlekariyê ya NY'ê banga pêkanîna cezayan li ser Husiyan kir
Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) cezayên li ser Husiyan salekê dirêj kir û bang li welatên endam kir ku ambargoya çekan li ser rêxistinê zêde bikin, daxwaz kir ku rêxistin hemû êrîşên xwe yên derveyî sînor rawestîne. -
Efrîkaya Başûr derbarê 17 welatiyên xwe yên tevlî şerê Rûsya-Ukraynayê bûne lêpirsîn vekir
17 welatiyên Efrîkaya Başûr ên ku wekî leşkerên bi pere şandibûn herêma şer, li Donbasê asê mane. Serokomar Ramaphosa talîmata lêkolînkirina şert û mercên ku ciwanan dikşîne herêma şer, da. -
UNIFIL: Dîwarê sînor yê Îsraîlê li ser sînorê Libnanê xeta şîn derbas kir
Hêzên Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihandin ku hin beşên dîwarê ku Îsraîlê çêkiriye, ketiye nav axa Libnanê û zêdetirî 4.000 metrekare kirine qada dûredest. -
Rûsya: 2 navçe hatin desteserkirin, komek leşker teslîm bûn
Rûsya, ragihand ku wan hin navçeyên Ukranyayê kirine bin kontrola xwe û got ku komek leşkerên deryayî teslîmê wan bûne. -
Volker Turk: Faîlên li El-Faşîrê tên şopandin, edalet wê pêk were
Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Volker Turk, bal kişand ser bûyerên tundiyê ku li bajarê El-Faşîr a Sûdanê rû didin û ji faîlan re got, “Hay ji xwe hebin ku hûn ji nêz ve têne şopandin; edalet teqez dê pêk were.” -
DYE'yê firotina çekan ji bo Taywanê erê kir
DYE'yê ji Çileyê dema destpêkirina wezîfeya serokatiyê Donald Trump cara yekemîn firotina çekan ji bo Taywanê erê kir. Tê apyin ku biryar ji ailyê Wezareta Karên Derve ya Taywanê roja Înê bê ragihandin. -
Li Latîn Emerîkayê operasyoneke nû ya DYE'yê: Rageşî mezin dibe
Wezîrê Parastinê yê DYE'yê Pet Hegseth anîz iman ku li ava Latîn Emerîkayê bi îdîaya "tinekirina narkoterorîstan" operasyoneke nû ya leşkerî dane destpêkirin. -
Yekîtiya Efrîkayê bersiva Trump da: Li bakurê Nîjeryayê qirkirin nîne
Serokê Komîsyona Yekîtiya Efrîkayê (AB) Mahamud Elî Yusuf, li hemberî îdîayên Serokê DYE’yê Donald Trump ku li Nîjeryayê li dijî Xiristiyanan ‘qirkirin’ tê kirin bersiv da û got ‘Qirkirin nîne.’ -
Pêkanîna 'fuze' û 'ÎHA' ya DYE'yê li ser Îranê. 7 şîrketên Tirk li lîsteyê de hene
Wezareta Xezîneyê ya DYE'yê bi hinceta ku piştgiriyê dide bernameya Balafirên Bêmirov û fuzeya balîstîk a Îranê pêkanîn danî ser 32 kes û şîrketan. Di lîsteyê de ji Tirkiyeyê 7 şîrket hene. -
G7’ê piştgirî da plana Xezeyê û ji bo Îranê hişyariya nukleerê kir
Wezîrên karên derve yên welatên G7’ê ku li herêma Niagara ya Kanadayê civiyan bi daxuyaniyek hevpar, gotin ku ew piştgirî didin plana Serokê Emerîkayê Donald Trump ê ji bo bi dawîkirina şerê li Xezeyê. -
NY: Bi milyonan kes rûbirûyê xeteriyekek nû ya birçîbûnê ne
Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) û Bernameya Xurekê ya Cîhanê (WFP) hişyarî dan ku xeteriya birçîbûnê ya gerdûnî bi lez zêde dibe. -
Di COP30’ê de protestoya welatiyên 'xwecihî': Xakên me ne yên firotinê ne!
Civîna COP30’ê ya ku li bajarê Belem ê weke deriyê Amazonê ye tê lidarxistin, li gel tedbîrên ewlehiyê yên zêde û protestoyên komên xwecihî û hawirparêz berdewam dike. -
Li peravên Lîbyayê trajediya koçberan: 42 kes winda ne
Li peravên Lîbyayê botek ku koçber tê de bûn noqî binê avê bû. 42 kes winda bûn. -
Keştiya balafiran a DYE'yê li peravên Latîn Emerîkayê ye
Mezintirîn keştiya balafiran a Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) USS Gerald R. Ford gihîşt peravên Latîn Emerîkayê û hebûna leşkerî ya DYE'yê ya li herêmê xurt kir. -
Yekîtiya Ewropayê amadekariya avakirina yekîneyeke nû ya îstîxbaratê dike
Yekîtiya Ewropayê ji bo agahiyên serwîsên ewlehiyê yên welatên endam bi bandor bi kar bînin, amadekariya avakirina yekîneyeke nû ya îstîxbaratê dike. -
Li Îslamabadê li pêşiya dadgehê êrîşeke xwekuştinê pêk hat
Li Îslamabada paytextê Pakîstanê li pêşiya dadgehekê êrîşeke xwekuştinê pêk hat û di encama êrîşê de 12 kesan jiyana xwe ji dest dan û 27 kes jî birîndar bûne. -
Serdana Şera ji bo Washingtonê: Şam tevlî koalîsyonê dibe
Hevdîtina di navbera Serokkomarê demkî yê Sûriyeyê Ehmed El Şera û Serokê DYE’ê Donald Trump ya li Qesra Spî weke nîşaneya qonaxeke nû di têkiliyên Sûriye û Emerîkayê de hat nirxandin. -
Li Fîlîpînê bagera Fung-wong: Hejmara miriyan derket 18'an
Li Fîlîpînê piştî hilweşîna ku bagera Fung-wong rê li ber vekir, karên lêgerîn, rizgarkirin û paqijkirinê dewam dike. -
Taylandê peymana agirbestê ya bi Kamboçyayê re rawestand
Taylandê ragihand ku piştî ku di teqîna mayînekê de li herêma sînor du leşkerên wê birîndar bûn, peymana agirbestê ya ku di dawiya cotmehê de bi Kamboçyayê re îmze kiribû rawestand.