Bîlançoya şewata li Hong Kongê giran bû: 159 kes mirin

Li Hong Kongê, bîlançoya şewata li avahiya Wang Fuk Court giran bû. Piştî ku temamiya avahiyê hate kontrolkirin, hejmara qurbaniyan gihîşt 159'an.

Polîsan diyar kirin ku ji kesên ji ber şewata roja Çarşemê jiyana xwe ji dest dan nasnameya 140 qurbaniyan hatiye tespîtkirin. Hate ragihandin ku di nava kesên winda de jin û mêr ên ji 1 heta 97 salî hene. Rayedaran diyar kirin ku wê li ser 'bermahiyên mirovan' lêkolîneke edlî bikin.

Di lêpirsîna hevpar a li ser şewatê de 15 kes bi gumana kuştina ji ber xemsariyê hatin binçavkirin.

Bûyer ji sala 1948'an û vir ve felaketa herî mezin a şewatê ya li Hong Kongê ye.