CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Pûtîn: Ger Ewropa şer bixwaze, Rusya Amade ye
Serokê Rusyayê Vladimîr Pûtîn diyar kir ku ger Ewropa hewla şer dike ew ji bo wê yekê amade ne. Pûtîn dewletên rojava bi hewla texrîbkirina peymana agirbesta li Ukraynayê tohmetbar kir. -
Li Endonezyayê ji ber lehî û hezazê hejmara miriyan bû 712
Ji ber lehî û hezaza li girava mezin Sumatra ya Endonezyayê, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 712 û hejmara windayan jî ji 500’ê derbas kir. -
CPI’yê ofîsa xwe ya li Caracasê girt: Hikûmeta Maduro berteke tund nîşan da
Dadgeha Cazayî ya Navneteweyî (CPI) bi hinceta ku li gel hikûmeta Venezuelayê zêde hevkarî nehatiye bidestxistin, biryar da ku ofîsa xwe ya li Caracasê bigire. -
Rûsyayê kontrola du bajarên ‘stratejîk’ ên Ûkraynayê bi dest xist
Moskowê ragihand ku wan kontrola bajarên Pokrovsk û Vovçansk ên li rojhilat û bakurêrojhilatê Ûkraynayê bi dest xistiye. -
KENY bi rojeva Iraqê dicive
Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) ê ji bo Iraqê Mûhammed el Hasan anî ziman ku Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) wê îro têkildarî rewşa Iraqê bicive. -
Li Perûyê ji ber hezazê du keştî binav bû: 12 mirî, herî kêm 30 winda
Li herêma Ucayali ya Perûyê li qiraxa çemê Ipariayê hezazê rû da, lewma du keştî noqî binê avê bûn. -
Trump hefteyek da Maduro ji bo Venezuelayê biterikîne
Eşkere bû ku Serokê DYE'yê Donald Trump meha derbasbûyî hefteyek dabû Serokdewletê Venezuelayê Nicolas Maduro ji bo welêt biterikîne. -
Li Asyayê karesata lehiyê: Hejmara qurbaniyan hezarî derbas kir
Li Srî Lanka, Endonezya, Tayland û Malezyayê baran û bahoza dijwar rê li ber karesateke mezin vekir. Bîlanço her ku diçe xirabtir dibe. -
2’yê Kanûnê li Fransayê grev heye
Li Fransayê sendîkayên CGT, FSU û Solidaires li dijî pêşnûmeya Qanûna Budçeyê ya 2026’an ji bo 2’yê Kanûnê roja Sêşemê li seranserî welêt banga grevê kir. -
Hejmara qurbaniyên di şewata li Hong Kongê de derket 151’an
Rayedarên Hong Kongê, diyar kir ku ew ê li hemberî agahiyên nepiştrastkirî yê têkildarê şewata li avahiya niştecihbûnê ya Wang Fuk Court ‘tedbîr’ bigirin.’ Hejmara qurbaniyên şewatê derket 151 kesan. -
Di hilbijartinên Honduras de namzetê ku piştgiriya Trump girtiye, li pêş e
Di hilbijartinên serokatiyê ya li Honduras de namzetê rastgir Nasry Asfura yê ku piştgiriya Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump girtiye, li gorî encamên ewilî li pêş e. -
Jinên Kurd û Şîliyê ‘ji bo hûnandina siberojê’ civiyan
Jinan li paytexta Şîlî Santiagoyê di dawiya hefteyê de beriya konferansa ‘Tora Jinên ku siberojê dihûnin’ ku wê di Sibata 2026’an de li bajarê Bogota ya Kolombiyayê bê lidar xistin, hatin ba hev. -
Li Asyayê ji ber lehiyê nêzî hezar kes mirin, bi sedan kes winda ne
Li Srî Lanka, Endonezya, Tayland û Malezyayê, ji ber barana zêde û lehiyê nêzî hezar kes mirin, bi sedan kes jî winda ne. -
Hejmara miriyên di karesatên lehiyê yên başûr û başûrê rojhilatê Asyayê de 800'î derbas kir
Baranên dijwar, lehiyên nişkav û hezazên axê ku van rojên dawî li Endonezya, Tayland, Malezya û Srî Lankayê rû dan, di encamê de herî kêm 818 kes mirin û bi sedan kes jî hê winda ne. -
Peruyê li ser sînorê Şîliyê Rewşa Awarte ragihand
Li Şîliyê îhtimal heye ku serokekî rastgir ê tund were hilbijartin, lewma gelek malbat ji welêt direvin. Peru ji bo pêşî girtina hatina malbatan, ji 60 rojan re artêş û polîs seferber kirin. -
Li başûrrojhilatê Asyayê felaketa lehiyê: Li çar welatan zêdeyî 620 kes mirin
Li Endonezya, Tayland, Malezya û Srî Lankayê, ji ber barana zêde lehî rabû, hezazê rû da. Di encamê de zêdeyî 620 kesî jiyana xwe ji dest dan. -
Venezuelayê nerazîbûn nîşanî Trump da ku ‘qada hewayî girtî îlan kir’
Hikûmeta Venezuelayê nerazîbûneke tund nîşanî Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump da ku qada hewayî ya welêt ‘bi temamî girtî’ îlan kir. -
Li Srî Lankayê piştî bagerê banga alîkariyê: 159 mirî, 203 winda
Li Srî Lankayê, piştî Bagera Ditwahê ku li Asyayê bû sedema hilweşîneke mezin, banga alîkariya lezgîn li civaka navneteweyî hate kirin. -
Li São Paulo’yê Cejna Berxwedana Netewî hate pîrozkirin
Li bajarê São Paulo yê Brezîlyayê bi beşdariya gelek rêxistinên şoreşger û demokratîk, Cejna Berxwedana Netewî hate pîrozkirin û li ser Tevgera Azadiya Kurdistanê nîqaşên berfireh hatin kirin. -
Di encama lehiya li welatên Asyaya Başûrrojhilat de 291 kes mirin
Welatên li Asyaya Başûrrojhilat bi barînên zêde û bobelatên lehiyê re rû bi rû ne. Li gorî daneyên dawîn, li Tayland, Sri Lanka û Endonezyayê herî kêm 291 welatiyan jiyana xwe ji dest dane. -
Li Hong Kongê di şewatê de herî kêm 128 kes mirin
Li Hong Kongê hejmara qurbaniyên şewata li avahiyekê gihîşt 128 kesî. -
Ji Trump daxuyaniya 'rawestandina mayinde ya koça ji welatên sêyemîn'
Serokê DYE'yê Donald Trump, piştî êrişa çekdarî ya li Washingtonê ya gumanbarekî Efgan a li hemberî du leşkerên Muxafizên Neteweyî diyar kir ku nêta wî heye ku koça ji welatên sêyemîn ê cîhanê bi rengekî mayinde bisekinîne. -
Rapora Veşartî: Zexta DYA’yê li ser Yekîtiya Ewropayê ji bo “sînordarkirina koçberiyê”
Li gorî telgrafeke veşartî ku ji aliyê New York Timesê ve hatiye eşkerekirin, Washingtonê ferman daye balyozxaneyên xwe yên li Ewropayê ku zextê li hikûmetan bikin da ku koçê sînordar bikin. -
Elmanyayê ji bo kirîna pergala moşekan dest bi hevdîtinan kir
Elmanya, derveyî pergalên parastina hewayî yên menzîldirêj ên Arrow 3’yê ku di sala 2023’yan de kirîbû, ji bo kirîna serikên nû dest bi muzakereyên li gel Îsraîlê kir. -
Awûstralyayê Supayê Pasdaran xiste nava lîsteya terorê
Wezîra Karên Hundir a Awûstralyayê Penny Wong diyar kir ku wan Supayê Pasdaran ên Îranê xistine nava lîsteya terorê. Îranê jî 7 roj dem da Sefîrê Bilind ê Awûstralyayê ku welêt biterikîne.