Trump ragihand ku ew ê Muhafizên Neteweyî ji sê bajaran vekişîne

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê Donald Trump ragihand ku ew ê yekîneya cîhgir a artêşa DYE’yê Muhafizên Neteweyî ji Chicago, Portland û Los Angeles vekişîne.

Trump têkildarî vekişîna yekîneyên neteweyî ya ku li dadgehan bû sedema nîqaşên mezin, daxuyaniyek nû da.

Serokê DYE’yê li ser tora Truth Social ev tişt diyar kir: “Em Muhafizên Neteweyî ji Chicago, Los Angeles û Portland’ê vedikişînin.”

Trump ev tişt jî ragihand: “Rêjeya sûc di asteke girîng de kêm bû (…). Em ê vegerin, dibe bi rengekî cuda û hîn xurttir (…), ev tenê meseleya dem e.!”