CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Meksîkayê, agir bi supermarketekê ket. Zarok jî di nav de 23 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Di hilbijartinên Hollandayê de partiya lîberal bi ser ket
Di hilbijartinên giştî yên Hollandayê de, Partiya D66 a li ser xeta lîberal a navendî, ji sindoqê yekemîn derket. -
Li Tanzanyayê tundiya hilbijartinê: Li gorî muxalefetê 700 kes mirin
Hat ragihandin ku li Tanzanyayê di bûyerên ku piştî hilbijartinên 29’ê Cotmehê qewimîn de, nêzî 700 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Letonya ji Peymana Stenbolê ku mafên jinan diparêze vekişiya
Parlamenta Letonya biryar da ku ji Peymana Stenbolê ku armanca wê pêşî li tundiya li ser jinê girtine, vekişe. Bi vê biryarê re Letonya yekem welatê Yekîtiya Ewropayê ku ji peymanê vedikişe. -
Bahoza Melissa ya li Karîbê: Herî kêm 50 kes mirin
Bahoza Melissa ya li Karîbê, li Haîtî û Jamaîkayê bû sedema mirina herî kêm 50 welatiyî û zirarên mezin. -
Bahoza Melissa: Li Haitî herî kêm 20 kes mirin
Bahoza Melissa, ku li Karayiban xist, li Haîtî, Jamaîka û Kubayê wêraniyeke mezin çêkir. Herî kêm 20 kes mirin. -
Di hilbijartinên Hollandayê de partiya rastgirên tund a Wilders derket pêş
Li gorî encamên demî yên hilbijartinên dawî yên Hollandayê partiya rastgirên tund ê Geert Wilders derket pêş. -
Li Vîetnamê lehî: 10 kes mirin, zêdeyî 128 hezar mal di bin lehiyê de man
Li Vîetnamê baranên pir bi tund bûn sedema karesateke mezin a lehiyê ku di encamê de 10 kes mirin û zêdeyî 128 hezar mal di bin lehiyê de man. -
Li Rio de Janeiro di operasyonek narkotîkê de 132 kes hatin kuştin
Li Rio de Janeiro ya Brezîlyayê di operasyoneke berfireh a narkotîkê de 132 kes hatin kuştin. Ev operasyona polîsan a herî kujer a dîroka bajêr hat qeydkirin. -
Hevdîtinên ji bo agirbesta mayînde ya navbera Pakistan-Efganistanê bi ser neketin
Muzakereyên ji bo agirbesta mayînde ya navbera Pakistan û Efganistanê bi nerênî encam bûn. Rêveberiya Islamabad îdîa kir ku eger pêwîst bike “hêza wan heye ku desthilatdariya Talîban bi temamî tune bikin”. -
Li Xezeyê êrîşên Îsraîlê: Herî kêm 100 Filistînî hatin kuştin
Parastina Sivîl a Xezeyê diyar kir ku di encama êrîşên artêşa Îsraîlê yên sibeha roja Çarşemê de 35 jê zarok û jin herî kêm 100 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dane. -
Li Sûdanê komkujî: Tê îdîakirin ku zêdetirî 2 hezar sivîl hatine kuştin
Tê îdîakirin ku Hêzên Piştevaniya Bilez ên paramîlîter li bajarê El- Faşir ê li herêna Darfur ê rojavayê Sûdanê di navbera 26-27’ê Cotmehê de zêdetirî 2 hezar welatiyên sivîl ên bêçek kuştine. -
Jamaika rû bi rûyê ‘bahoza sedsalê’ ye
Rêxistina Meterolojiyê ya Cîhanê (WMO) têkildarî Bahoza Melissa hişyarî da ku dibe bibe bahoza herî hilweşîner a sedsala dawî. -
Venezuela: Me ‘şaneyeke sûc’ a CIA’yê girt
Hikûmeta Venezuelayê ragihand ku wan ‘şaneyeke sûc’ a ku tê îdîakirin ji aliyê Teşkîlata Îstixbaratê ya Navendî ya DYE’yê ve dihat fînansekirin, girt. -
Îsraîl naxwaze Tirkiye li Xezeyê be
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar diyar kir ku ji bo misogerkirina ewlehiya Xezeyê tenê welatên ku li hember Îsraîlê "bêalî" ne, dikarin leşkeran bişînin û ne pêkan e ku Tirkiye tevlî vê hêzê bibe. -
Li Arjantînê mutefîkê Trump Milei di hilbijartinê de bi ser ket
Partiya La Liberted Avanza (Azadî Bilind Dibe) a Serokê Dewleta Arjantînê Javier Milei, di hilbijartinên navber ên roja yekşemê de ji sedî 40,7 dengan wergirt û serketina xwe îlan kir. -
Li Arjantînê hilbijartina navberî ya krîtîk
Li Arjantînê, hilbijêr vê roja yekşemê dest bi çûna ser sindoqan kirin. Hilbijartinên navberî ango ya taybet ji bo Serokê Dewletê yê zêde lîberal Javier Milei xwedî girîngiyeke mezin e. -
Rûsyayê fuzeya bi nukleer test kir: Li gorî Putîn ‘di cîhanê de mîna wê tune’
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn ragihand ku testa dawî ya fuzeya Burevestnik a bi motora nukleer dixebite, bi serketî hatiye temamkirin. Pûtîn got, “Di cîhanê de teknolojiyeke mîna vê çekê tune ye.” -
Trump bû hevkarê peymana agirbestê ya navbera Kamboçya û Taylandê
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump roja yekşemê weke îmzevanê hevkar tevlî peymana agirbestê ya navbera Kamboçya û Taylandê. -
YE rakirina guhertina saetê xiste rojeva xwe
Komîsyona Ewropayê pêşniyara rakirina guhertina saetên havîn û zivistanê ji nû ve xiste rojeva xwe. Demek dirêj e mijara rakirina guhertina saetê tê nîqaşkirin, ji ber pirsgirêkên koordînasyonê yên di navbera welatên endam de heta niha pêk nehatiye. -
Li Xezeyê di nava 2 salan de piranî avahî hilweşiyan: 161 milyon ton kavil çêbûn
Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, nêzîkî ji sedî 78’ê avahiyên li Xezeyê di şerê du salan de wêran bûne an jî zirarên giran dîtine. -
Trump muzakereyên bazarî yên bi Kanadayê re bi dawî kir
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump şeva pêncşemê daxuyanî da û ragihand ku wî muzakereyên bazarî yên bi Kanadayê re bi dawî kiriye. Trump rayedarên Kanadayê sûcdar kir ku gotinên serokê berê Ronald Reagan berevajî dikin. -
Li Rûsyayê li fabrîkayekê teqîn çêbû: Herî kêm 10 mirî, 12 winda
Li bajarê Kopeysk ê li herêma Çelyabînskê ku dikeve navenda Rusyayê, di fabrîkayekê de teqînek çêbû, di encamê de herî kêm 10 kesan jiyana xwe ji dest da û 12 kes jî winda ne. -
Rûsyayê cenazeyê hezar leşkerî radestî Ukraynayê kir
Rûsyayê cenazeyê hezar leşkerî ku tê diyar kirin aîdê artêşa Ukranyayê ne, radestî Ukraynayê kir. -
NY: Divê Îran dawî li cezayên darvekirinê bîne
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres ji Îranê xwest ku dawî li cezayên darvekirinê bîne û qanûnên cudakariyê yên li dijî jinan betal bike.