Trump: DYE wê F-35 bifiroşe Erebistana Siûdî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump piştrast kir ku beriya serdana prensê Siûdî Mûhammed bîn Selman a li Qesra Spî wê balafirên şer ên F-35 ên pêşketî bifiroşin Riyadê.

Serokê DYE'yê Donald Trump diyar kir ku Prensê Velîaht ê Erebistana Siûdî Mûhammed bîn Salman wê îro serdana Qesra Spî bike û Washington wê balafirên şer ên F-35 bifiroşe Riyadê.

Îsraîlê ragihand ku ew hêvîdar in firotin bi tevlîbûna Erebistana Siûdî ya li nava Peymanên Îbrahîm be û rêveberiya Siûdî jî demeke dirêj e gaveke bi vî rengî bi şertê qebûlkirina rêvekirina li dewleta Fîlîstînê ve girê dide.

Tê payin ku Trump mijarê îro ji Bîn Selman re ragihîne.