Volker Turk COP30 bi tundî rexne kir
Komîserê Pilebilind ê Mafê Mirovan ê NY’ê Volker Turk biryarên CPO30’ê weke ‘’gelekî lawaz’’ pênase kirin û got ku kiryarên lobiya zêde ya endustriya sotemeniyên fosîl encam lawaz kirine.
Komîserê Pilebilind ê Mafê Mirovan ê NY’ê Volker Turk biryarên CPO30’ê weke ‘’gelekî lawaz’’ pênase kirin û got ku kiryarên lobiya zêde ya endustriya sotemeniyên fosîl encam lawaz kirine.
Volker Turk di daxuyaniya xwe roja Duşemê de diyar kir ku COP30’ê encamên lawaz bi dest xistine û hişyarî da ku dibe ‘’bêçalakîtiyeke xeternak’’ ya serokan di demên pêş de weke sûcekî li dijî mirovahiyê were dîtin.
Volker Turk ê ku di Forûma Cîhana Karî û Mafên Mirovan a NY’ê ya li Cenevreyê de axivî, destnîşan kir ku tabloya lawaz a COP30’ê, nîşaneya wê yekê ye ku nehevsengiya hêzê ya şîrketan çawa li ser lezginiya avûhewayê bandoreke şênber diafirîne.
Volker Turk endustriya sotemeniyên fosîl bi tundî rexne kir û ev yek anîn ziman: ‘’Di gel ku ev sektor qezencên gelekî mezin bi dest dixin, zirarê didin xizantirîn civak û welatên cîhanê.’’
Volker Turk got: “Divê hemû berpirsên vê bêedaletiyê û zirarên têkildarî têkçûna avûhewayê hisabê bidin.’’
Her wiha Volker Turk diyar kir ku ew di mijara bertekên siyasî yên têkildarî krîza avûhewayê de bi fikar e û got: ‘’Nifşên pêşerojê, wê piştî 50 û 100 salan çalakî û xemsariya serokên me yên roja îroyîn çawa binirxînin?’’
Komîserê Pilebilind ê NY’ê, diyar kir ku di têkoşîna avûhewayê ya gerdûnî de bi lezgînî hewcehî bi edalet, hesabdayîn û sererastkirinên xurt heye.