Li Endonezyayê ji ber hezazê herî kêm 30 kes mirin

Li Girava Cava ya Endonezyayê ji ber barana tund hezaz çêbû û di encamê de 30 kesan jiyana xwe ji dest dan. Rayedaran ragihand ku xebatên lêgerînê bênavber dewam dikin.

Roja pêncşema borî destpêkê li sê gundên herêma Cilacap hezaz çêbû, piştre rojên şemî û yekşemê jî li herêma Banjarnegara 2 hezaz çêbûn.

Berdevkê Saziya Rêveberiya Afetê ya Neteweyî Abdul Muhari ragihand ku li Banjarnegara cenazeyên 7 kesên din dîtine û li vir bi giştî 10 mirî û 18 winda hene. Hat diyarkirin ku di afeta li Cilacap de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 20 kes, 3 kes jî hîna winda ne.

Leşker, polîs û dilxwaz jî di nav de komeke lêgerîn-rizgarkirinê ya 700 kesî li Banjarnegara xebatên lêgerînê didomîne. Lê belê ji ber baranên zêde dewam dikin, li herêmê xeteriya hezazên nû û mezinbûna berhamiyên avê xebatên lêgerînê zehmet dike. Ji bo dîtina windayan makîneyên kar û kuçikên lêgerînê tên bikaranîn. Li heman herêmê nêzî hezar kes jî tehliyeyî qadên bi ewle tên kirin.

Li Endonezyayê dema muson a navbera mijdar-nîsanê, her sal dibe sedemê hezaz, lehî û nexweşiyên ji ber avê. Saziya meteorolojî û avhewayê hişyarî da ku eger di hefteyên pêş de baranên tund dewam bikin, wê karesatên nû biqewimin.