Li Srî Lankayê baran û lehî: Herî kêm 31 kes mirin
Li Srî Lankayê, ji ber barana ku hefteyeke dibare lehî rabû, hezazê rû da. Herî kêm 31 kesî jiyana xwe ji dest dan.
Li Srî Lankayê, ji ber barana ku hefteyeke dibare lehî rabû, hezazê rû da. Herî kêm 31 kesî jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Rêveberiya Rewşa Lezgîn (DMC) diyar kir ku bi taybetî li herêmên navîn ên welêt xisareke giran bûye.
Bîlançoya herî giran li herêm Badullayê bû. Li vê navçeya çiyayî, 16 kes şeva Çarşemê di xew de di binê axê de man, ku ji ber baranê ji çiyê şemitî û bi ser malên wan ve ket.
Li herêma Nuwara Eliya ya cîranê wê navçeyê jî 4 kes bi heman rengî mirin.
Li seranserê giravê xisar li 400 malî bû, yan jî bi temamî hilweşiyan. Zêdeyî 1.100 malbat li navendên stargehê yên lezgîn hatin bicihkirin.
Li başûrê Asyayê, bûyerên karesatên hewayî di demsala mûsonê de gelekî rû didin. Lê belê li gorî zanyaran germahiya avhewayê ast û bandora van felaketan zêde kiriye.