CÎHAN
Hemû Nûçe
-
‘Beşar El Esad li Rûsyayê ji hewldana jehrîkirinê rizgar bû’
Hat îdîakirin ku Serokê berê yê Sûriyeyê Beşar El Esad ku piştî hilweşîna rejîmê çû Rûsyayê, ji hewldana jehrîkirinê rizgar bûye. -
Ji Hollywoodê li dijî Trump pêngava ‘azadiyê’
Zêdetirî 550 hunermend û entellektuel ku Natalie Portman, Anne Hathaway, Sean Penn û Spike Lee jî di nav wan de cih digirin, bi egera ku li DYE’yê azadî di bin gefê de ye banga jinûveavakirina ‘’Komîteya Guhertina Yekemîn’’ kirin. -
Li Vîetnamê bagera Bualoi: 51 kes mirin, 14 kes winda ne
Li Vîetnamê bîlançoya bagera Bualoi ya ku roja yekşemê gihişt bejahiyê, giran bû. -
Li Fasê hêrsa ciwanan kêm nabe: Banga ‘îstîfayê’ li hikûmetê hate kirin
Li Fasê protestoyên ji bo başkirina xizmetên tenduristî û perwerdeyê, di şeva 6’an de dewam kir. -
Li Esfehanê bi 5.3 pileyî erd hejiya
Li navçeya Zeware ya bajarê Esfehan ê Îranê bi 5.3 pileyî erd hejiya. -
Protestoyên li Fasê gur bûn: 2 kes mirin, bi sedan kes jî hatin binçavkirin
Protestoyên li Fasê yên bi daxwaza başkirina pergalên perwerde û tenduristiyê hatibûn destpêkirin, belav dibin û 2 kesan jî jiyana xwe ji dest dan. -
Li Endonezyayê dibistana Îslamî hilweşiya: 59 kes winda ne
Li herêma Cava ya Rojhilat a Endonezyayê, avahiya dibistaneke Îslamî hilweşiya. 59 kes winda bûn, 5 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Cezayê darvekirinê li serokê berê yê Kongoyê hate birîn
Dadgeha leşkerî ya Komara Demokratîk a Kongoyê, bi sûcên şer û xiyanetê cezayê darvekirinê li Serokkomarê berê Joseph Kabila birî. -
Gelên xwecihî yên Hondurasê piştgirî dan gelê Kurd
Li bajarê Esperanza yê Hondurasê di kombûna tevgerên civakî û gelên xwecihî de piştgirî ji gelê Kurd û azadiya jinê re hate dayin. -
Li Ûkraynayê barînên zêde: 9 kesan jiyana xwe ji dest dan
Barînên zêde yên li herêma Odessa ya başûrê Ûkraynayê, bûn sedema mirina 9 kesan. -
Li Fîlîpînê erdheja bi 6.9 pileyî: Bi dehan kes mirin
Hate ragihandin ku ji ber erdheja bi 6.9 pileyî ya êvara Sêşemê li Fîlîpînê rû da herî kêm 60 kes mirine. Rayedaran diyar kirin ku hejmara birîndaran zêde dibe û karê ji bo rizgarkirinê jî dewam dike. -
DYE’yê nêzî 100 Îranî dersînor kirin
Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) nêzî 100 Îranî ku nehate eşkerekirin kê di nav de hene, şand welatê wan. -
Li Fasê di protestoyên ciwanan de zêdetirî 60 kes hatin binçavkirin
Li paytextê Fasê Rabatê, têkildarî daxwaza başkirina xizmetên perwerde û tenduristiyê ev sê roj in çalakiyên protestokirinê tên lidarxistin û roja Duşemê zêdetirî 60 ciwan hatine binçavkirin. -
Netanyahu ji bo Xezayê plana aştiyê ya ji 20 xalan pêk tê pejirand
Serokê DYE’yê Trump ragihand ku Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu plana ku armanca wê rawestandina şerê li Xezeyê ye pejirand. Di planê de agirbest, berdana girtiyan, paş de vekişîna hêzên Îsraîlê biqedeme û bêçekkirina Hamasê hene. -
Trump plana Xezeyê eşkere kir
Serokê DYE’yê Donald Trump ji bo bidawîkirina şerê li Xezeyê plana ku ji 20 xalan pêk tê, eşkere kir. Plan, girêdayî erêkirina hem Îsraîl û hem jî Hamasê ye û tê payin ku wê demildest dawî li pevçûnan bîne. -
Civîna NY’ê: Li Iraqê di mijara windayan de ti pêşketin nîne
Di civîna salane ya Komîteya NY’ê ya li ser Windakirinên Bi Zorê ya li Cenevreyê, hikûmeta Iraqê angaşt kir ku êdî windabûn nabin. Lê çavdêr û rêxistinên sivîl diyar kirin ku bi taybetî Êzidî, çarenûsa bi hezaran windayan hê jî di tarîtiyê de ne. -
Bagera Bualoi: Li Fîlîpîn û Vîetnamê bi dehan kes mirin
Bagera Bualoi bandoreke giran li Asyayê kir. Li Fîlîpînê li gorî daneyên fermî 24 kes mirin, li Vîetnamê jî herî kêm 11 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Piştî Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropayê jî pêkanînên li ser Îranê xist meriyetê
Yekîtiya Ewropayê di çarçoveya biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) de pêkanînên li ser Îranê jinûve xist meriyetê. -
Li Ekvadorê çalakiyên şermezarkirinê: 1 mirî, 17 leşker dîl hatin girtin
Li bakurê Ekvadorê di xwepêşandanan de ku roja Yekşemê hatin lidarxistin, kesekî jiyana xwe ji dest da, 17 leşker jî ji aliyê xwepêşandêran ve dîl hatin girtin. -
Neteweyên Yekbûyî: Zextên li ser parêzvanên mafên mirovan zêde dibin
Rapora Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê li ser bersivdayinan raxist pêş çavan ku zexta li ser parêzvanên mafên mirovan ên bi Neteweyên Yekbûyî re hevkariyê dikin hem ji aliyê çarçove hem jî ji aliyê rêbazê ve di asta navneteweyî de zêde bûne. -
Danîmarkayê berîya Civîna Ewropayê hemû firînên dronên sivîl qedexe kir
Danîmarka, ji bo Civîna Ewropayê ya ku hefteya bê li Kopenhagê tê lidarxistin, ji ber sedemên ewlehiyê hemû firînên dronên sivîl qedexe kir. -
NY pêkanîn jinûve xist meriyetê: Qîmeta pereyê Îranê ket
Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY), piştî 10 salan ambargoyên tund li ser Îranê sepand. Riyalê Îranê li pêşberî dolarê daket asta herî jêr. -
Li Hindistanê di mîtîngê de mirovan pê li hev kirin: 36 mirî
Li eyaleta Tamil Nadu ya li başûrê Hindistanê, di mîtînga siyasetmedar û aktorê navdar Vijay de ya li bajarê Karurê hate lidarxistin, mirovan pê li hev kirin. Di bûyerê de 36 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Neteweyên Yekbûyî 80 salî ye
Ji bo gotina 'em gel' ku pîvana damezrandinê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ye jinûve bibe xwedî wate, divê civaka sivîl tavilê tevlî pêvajoyê bê kirin. -
Qontrola TikTokê dê bide milyarderên alîgirê Trump
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê Donald Trump, fermanek îmze kir ku tê de hatiye diyarkirin ku çalakiyên TikTokê yên li Amerîkayê dê bên radestkirin ji veberhênerên dewlemend ên nêzî wî re.