CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Haitiyê çeteyan komkujî kirin: Zêdeyî 50 kes mirin
Rêxistineke mafên mirovan a xwecihî ya li Haiti ragihand ku hefteya derbasbûyî 50 kes ji aliyê çeteyan ve hatin kuştin. -
Artêşa Pakistanê: Di nava 24 saetan de 31 endamên Talîbanê hatin kuştin
Artêşa Pakistanê ragihand ku li ser sînorê Efganistanê di nava 24 saetên dawî de 31 şervanên Talîbanê hatin kuştin. -
Katz: Xeze dişewite, em ê paşde gav neavêjin
Artêşa Îsraîlê li dijî bajarê Xezeyê tevgera bejahî da destpêkirin. Wezîrê Parastinê bi gotina “Xeze dişewite” kêfxweşiya xwe anî ziman. Parastina Sivîl behsa komkujiyeke mezin dike. -
Ukrayna, di sala 2024’an de bû welatê ku herî zêde mexdûrê ku bombeyên mîsketê lê hate bikaranîn
Li gorî raporeke nû ya li ser windahiyên sivîl ên ji ber bombeyên mîsketê, Ukrayna di sala 2024’an de welatê ku bi ziyanên herî giran re rû bi rû maye. Ji 314 windahiyên sivîl, herî kêm 193 li Ukraynê qewimîne. -
Li rojavayê Elmanyayê rastgirên tund li pêş in: AfD gihişt rêjeya dengan a dîrokî
Li Bakurê Ren-Vestfalya ku navenda sanayiyê û eyaleta herî qelebalix a Elmanyayê ye, di hilbijartinên xwecihî de CDU ya muhafazakar dengên xwe diparêze, AfD derketineke dîrokî pêk anî. -
Li Nepalê di çalakiyên li dijî bertîlgiriyê de hejmara miriyan derket 72’an
Hikûmeta Nepalê ragihand ku di çalakiyên tundiyê yên li Katmanduyê di destpêka hefteyê de qewimîn de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 72’an û hejmara birîndaran jî bû 191. -
Li Fransayê pêla grevê mezin dibe
Li Fransayê piştî çalakiyên ‘Em her tişt bloke bikin’ sendîkayayên karkeran wê di 18’ê Îlonê de dest bi grevê bike. Her wiha yek ji mezintirîn sendîkaya çandiniyê ya Fransayê FNSEA jî 25’ê Îlonê li seranserê welêt weke roja çalakiyê ragihand. -
Çalakiya rûniştinê ya malbatên Belûc a li Îslamabadê ket meha 3’yan
Li paytexta Pakistan Îslamabadê çalakiya rûniştinê ya ji bo berdana lîderên Komîteya Yakjehti ya Belûc (BYC) û pirsîna aqûbeta Belûcên bi zorê hatine windakirin hatî destpêkirin, ket meha 3’yan. -
Jinên Koreya Başûr li dijî DYE’yê doz vekirin: Bi zorê fihûş hate kirin
Li Koreya Başûr zêdeyî 100 jinan ji ber ku ji bo leşkerên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) bi zorê fihûş bi wan dane kirin, li dijî Washingtonê doz vekir. Li gorî daxuyaniya parêzeran, ev doz giliyeke rasterast a ewilî li dijî DYE’yê hatî vekirin e. -
Serokwezîra nû ya Nepalê soz da ku bersivê bide daxwazên çalakgeran
Serokwezîra demkî ya nû ya Nepalê Susila Karki piştî ku dest bi wezîfeyê kir, di daxuyaniya xwe ya destpêkê de soz da ku li dijî nelirêtiyê têbikoşe. -
Li gori Trump gumanbarê kujerê Charlie Kirk di bin çavan de ye
Serokê DYE’yê Donald Trump di daxuyaniya Fox Newsê de ragihand ku gumanbarê kujerê influencerê muhafazakar Charlie Kirk hatiye binçavkirin. -
Eger Îsraîl beşdar bibe Hollanda dê Eurovisiona 2026’an boykot bike
Hollanda jî piştî Îrlandayê ragihand ku eger Îsraîl beşdar bibe dê Pêşbirka Stranan a Eurovisionê ya 2026’an boykot bike. -
NY: Li Koreya Bakur rewşa mafên mirovan hîn xirabtir bû
Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku li Koreya Bakur rewşa mafên mirovan her diçe xirabtir dibe û deh salên dawî weke “êşên zêde bûne, dema zext û tirsê” pênase kir. -
Li Nepalê bîlanço giran e: 51 mirî, hikumet ket
Çalakiyên şermezarkirinê yên li Nepalê ku li dijî qedexekirina medya dîjîtal û nelirêtiyê destpê kir, di demeke kurt de veguherî krîza herî mezin a siyasî ya salên dawî. Li gorî çavkaniyên polîsan herî kêm 51 kes mirin. -
Di 50 salên dawî de azadiya çapemeniyê gelekî paşve çûye
Rapora Enstîtuya Navneteweyî ya Demokrasî û Alîkariya Hilbijartinê ya sala 2025’an eşkere kir ku li çar aliyên cîhanê demokrasî paşve çûye û azadiya çapemeniyê di nîv sedsalî de gelekî daketiye. -
Parlamentoya Ewropayê daxwaza cezakirina du wezîrên Îsraîlî kir
Parlamentoya Ewropayê, ji bo balê bikişîne ser rewşa Xezeyê xwest ku du wezîrên Îsraîlê bên cezakirin û beşa bazirganî ya Peymana Hevkariyê ya Yekîtiya Ewropayê û Îsraîlê were rawestandin. -
Kirk çekhilgirtina şexsî diparast û ji mirinan re digot ku ‘dibe ku werin qebûlkirin’
Daxuyaniyên berê yên înfluencerê muhafazar Charlie Kirk ê ku li Utahê di encama êrîşeke çekdarî de jiyana xwe ji dest da, yên têkildarî piştgiridayîna çekhilgirtina şexsî ji nû ve ketin rojevê. -
Di êrîşa hewayî ya Îsraîlê de li Sanayê herî kêm 35 kes mirin
Balafirên şer ên Îsraîlê roja Çarşemê êrîş birin ser paytexta Yemen Sanayê û herêma El Cevf a li bakurê welêt ku di bin kontrola Hûsiyan de ne. Hûsiyan diyar kirin ku di êrîşan de 35 kes mirin, 131 kes jî birîndar bûn. -
Tevgera ‘Em her tiştî bloke bikin’:Bi sed hezaran kes daketin kolanan
Çalakiyên ‘Em her tiştî bloke bikin’ ên li seranserê Fransayê tên lidarxistin, li seranserê welet belav bûn û bi sedan kes hatin binçavkirin. Bi sed hezaran kes jî beşdarî meşê bûn û daxwaza îstîfaya Serokkomar Emmanuel Macron kirin. -
Li Nepalê hêrsa ciwanan didome, artêşê li Katmanduyê kontrol bi dest xist
Li paytexta Nepal Katmanduyê piştî protestoyên li dijî hikûmetê ku du rojan dewam kir, artêşê roja çarşemê kontrola kolanan car din bi dest xist. -
Sébastien Lecornu bû serokwezîrê Fransayê
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron piştî ku François Bayrou dengê baweriyê wernegirt û bi ser neket, Wezîrê Parastinê yê 39 salî Lecornu wekî serokwezîrê nû tayîn kir. -
Spanyayê ketina du wezîrên Îsraîlî a ji bo Spanyayê qedexe kir
Ji ber şerê ku li Xezayê didome, Wezîrên Ewlehiya Neteweyî û Darayî yên Îsraîlê dê nikaribin bikevin Spanyayê. -
Tebaxa 2025’an bû sêyemîn Tebaxa herî germ
Li gorî Navenda Çavdêriyê ya Copernicus a Yekîtiya Ewropayê (YE) Tebaxa sala 2025’an bûye sêyemîn Tebaxa herî germ a heya niha hatiye pîvandin. -
Li Nepalê piştî xwepêşandanan serokwezîr îstifa kir
Serokwezîrê Nepalê KP Sharma Oli piştî xwepêşandanên li dijî qedexekirina medya dîjîtal û nelirêtiyê ku di encama destwerdana polîsan de 19 kes mirin, bi sedan kes birîndar bûn, ji wezîfeya xwe îstifa kir. -
Li Nepalê çalakiyên şermezarkirinê: 19 mirî, Wezîrê Karên Hundir îstifa kir
Li Nepalê di xwepêşandanên ji bo şermezarkirina qedexeya li ser medya dîjîtal de 19 kes mirin. Wezîrê Karên Hundir jî îstifa kir. Serokwezîr KP Sharma Oli diyar kir ku piştî bûyeran dest bi lêpirsîneke berfireh kirine.