Li Fransayê piştî îstifaya serokwezîr pênc dibeyî

Fransa, piştî ku Serokwezîr Sébastien Lecornu tenê rojek piştî damezrandina hikûmeta xwe îstifa kir, ket nava qeyraneke siyasî ya nû. Serokkomar Emmanuel Macron, ji ber ku di parlamentoyê de piraniyê peyda nekir, di avakirina hikûmeteke nû de zoriyan diki

Îstifaya Lecornu piştî ku serokê partiya rastgir Les Républicains (Komarparêz-LR) Bruno Retailleau piştgiriya xwe ji hikûmetê vekişand, pêk hat. Ev yek destê Macron qels kir û li welat pênc senaryoyên pêkan derxistin holê:
Lihevkirina bi LR re: Macron dikare dîsa bi LR re li hev bike û hewl bide aramiyê biparêze, lê helwesta Retailleau vî bijardeyê qels dike.

Hikûmeta “NUPES” bi partiyên çepgir re: Macron dikare bi bloka çepgir (PS, Kesk, LFI, Komunîst) koalîsyonekê ava bike, lê nakokiyên navxweyî yên çepgiran vê dibeyiyê lewaz dike.
Koalîsyona PS-Ensemble (tevgera çepgir): Avakirina hukûmeteke bi Partiya Sosyalîst (PS) re pêkan e, lê tê payîn ku ji PS’ê û rastgiran bertekên giran werin.

Hevpeymaniya tixûbdar bi LIOT re: Bi koma navendî ya serbixwe LIOT re hukûmeteke biçûk dikare bê avakirin, lê ev avanî pir lewaz tê nirxandin.

Fesixkirina parlamentoyê yan jî ji kar avêtin: Heke Macron destekê nebîne, fesixkirina Parlamena Neteweyî û hilbijartinên zû dikarin bikevin rojevê. Lê di vê rewşê de, partiya tundrawa a rastgir Rassemblement National (RN) dibe ku di hilbijartinan de bibe yekem.

Analîst diyar dikin ku qada manevrayê ya Macron teng bûye û Fransa bi dibetiyek hilbijartineke nû an jî bêaramiyeke siyasî ya demdirêj re rû bi rû ye.