CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Dewleta Îranê li Sistan-Belucistanê 13 kes kuştin
Îranê ragihand ku li eyaleta Sistan-Belucistanê ya li başûrrojhilatê welêt ku Belûc lê dimînin, di operasyonekê de 13 kes hatin kuştin û ew weke 'terorîst' pênase kir. -
Li Xeze û Şerîa Rojava êrîş dewam dikin: Payebilindekî Hamasê mir
Artêşa Îsraîlê ragihand ku li rojavayê Xezeyê berpirsyarê amûra ewlekariya giştî ya Hamasê Mahmûd el Esved roja Înê di êrîşa hewayî de hate kuştin. -
Îranê di sê mehên dawîn de zêdetirî 500 hezar Efxan dersînor kirin
Li Efxanistanê bi sed hezaran kesên piştî ku Talîbanê desthilatdarî bi dest xist û berê xwe dane Îranê, vê carê bi zexta Îranê re rû bi rû mane. Îran ji meha Hezîranê ve ye her roj bi hezaran Efxanan dersînor dike. -
DYE: Hîzbûllah a Lubnanê divê biryara bêçekbûnê bi cih bîne
Nûnera taybet a DYE'yê ya Lubnanê Morgan Ortagus li Beyrûdê daxuyanî da û diyar kir ku hikumeta Lubnanê biryara li ser bêçekbûna Hîzbûllahê divê ji 'Gotinê wêdetir pêk bîne'. -
Li Xezeyê di 24 saetan de 75 kes mirin, windahiya can bi giştî gihişte 63 hezarê
Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ragihand ku di 24 saetan de ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê 75 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
HRW: Personelê DYE’yê dibe ku ji ber sûcên şer ên li Xezeyê were darizandin
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (Human Rights Watch - HRW) hişyarî da ku personelê leşkerî û îstixbaratê yê DYE’yê dibe ji ber sûcên şer berpirsyar were nîşandan. -
Li Vîetnamê bager: 3 kes mirin, bi hezaran kes bêmal man
Li Vîetnamê ji ber Bagera Kajiki herî kêm 3 kes jiyana xwe ji dest dan, 13 kes birîndar bûn. -
Awûstralyayê ji ber du êrîşên li welêt Îran berpirsyar nîşan da
Hikûmeta Awûstralyayê îdîa kir ku Îran li pişt êrîşên li Sydney û Melbourne ye û biryar da ku Sefîrê Bilind ê Canberra ê Îranê û sê dîplomatên wê dersînor bike. Ji bo terikandina welêt 7 roj wext da şandeya dîplomatîk. -
Bîlançoya êrîşa Îsraîlê giran dibe: 5 jê rojnamevan 20 kes jiyana xwe ji dest dan
Artêşa Îsraîlê êrîşî Nexweşxaneya Nasir a li Han Yunusê ya başûrê Xezeyê ye, kir. Li gorî agahiyan di êrîşê de 5 jê rojnamevan herî kêm 20 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Xezeyê di 24 saetan de herî kêm 58 kes hatin kuştin
Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ragihand ku di êrîşên 24 saetên dawî yên Îsraîlê de 58 kesan jiyana xwe ji dest dan, 308 kes jî birîndar bûn. -
Hizbullah û Amalê li hemberî xwebêçekkirinê banga xwepêşandanan kirin
Buroyên karkeran ên Hizbullah û Tevgera Amalê yên Şîe, têkildarî biryara hikûmetê ya xwebêçekkirinê banga lidarxistina çalakiyên perotestokirinê kirin. -
Li Xezeyê êrîşa li ser nexweşxaneyê: 15 kes mirin, 3 jê rojnamevan bûn
Li Xan Yûnis a Şerîda Xezeyê, di êrîşa Îsraîlê de ya li ser nexweşxaneyekê hate kirin herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest dan ku 3 ji wan rojnamevan bûn. -
Ji bo Îsraîlê biryara krîtîk: Operasyon an jî danûstandin?
Di bin siya plana dagirkirina bajarê Xezeyê de kabîneya ewlekarî û siyasî ji bo biryareke krîtîk bide li hev dicive: Şer an jî dîplomasî? -
Bangladeş û Pakîstan biryara asayîkirina têkiliyên xwe dan
Bangladeş û Pakîstan li ser pêşxistina têkiliyên xwe yên rageşe yên piştî veqetîna ji sala 1971’an ve berdewam in, li hev kirin. Her du welat bi taybet armanc dikin ku di qadên bazirganî û çandî de hevkariyê zêde bikin. -
Kesên ji Holokostê rizgar bûne li ber xelaya li Xezeyê rabûn
Ji mirovên ji Holokostê rizgar bûn 12 kesan bal kişandin ser birçîbûna li Xezeyê û destnîşan kir ku mafê parastinê divê nebe sedem ku zarok hêdî hêdî bimirin. -
Li Awûstralyayê bi sed hezaran kes ji bo Fîlîstînê daketin qadan
Li dijî şerê Îsraîlê yê li Xezeyê bi sed hezaran kes li Awûstralyayê daketin qadan û çalakiyên şermezarkirinê lidar xistin. -
Misir hêza xwe ya leşkerî li ser sînorê Xezeyê zêde kir
Li aliyek artêşa Misirê hêza xwe ya leşkerî li ser sînorê Xezeyê zêde kir, li aliyê din artêşa Îsraîlê li Cibaliyê operasyonên xwe berfirehtir kir. Wezîrê Îsraîlê got, “Şer wê li gorî şertên Îsraîl diyar kirine bi dawî bibe.” -
Hêzên Îranê bi îdîaya 'têkildarî Îsraîlê ne' 6 kes kuştin
Hêzên ewlekariyê yên Îranê bi îdîaya ku pêwendiya xwe bi Îsraîlê re heye li hemberî komekê operasyonek kirin û di encamê de 6 kes kuştin. -
Artêşa Nîjeryayê operasyona hewayî pêk anî: Herî kêm 35 kes mirin
Hat ragihandin ku, Hêzên Hewayî yên Nîjeryayê li nêzî sînorê Kamerûnê 35 milîtanên dîndar ku ji aliyê rayedaran ve weke ‘terorîst’ hatine binavkirin, kuştine. -
Kemîn danîn ber dewriyeya polîsên Îranê: Herî kêm 5 polîs mirin
Li eyaleta Sîstan-Belûcistan a başûrê rojhilatê Îranê di êrîşa li ser dewriyeya polîsan de herî kêm 5 polîs jiyana xwe ji dest dan. -
NY: Germahiya dijwar tenduristiya karkeran dixe xetereyê
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (DSO) û Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê (DMO) yên girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihandin ku zêdebûna germahiya gerdûnî her ku diçe bandorên wêranker li ser tenduristî û berhemdariya karkeran çêdike. -
Neteweyên Yekbûyî bi fermî ragihand ku li Xezeyê xela heye
Neteweyên Yekbûyî (NY) bi rengekî fermî ragihand ku li Xezeyê xela heye û zêdeyî 500 hezar kes di asta 'felaketê' di birçî ne. -
Li Çînê werîsê pirê qetiya: 7 kes mirin, 9 jî birîndar bûn
Li eyaleta Qinghai ya li bakurrojavayê Çînê, werîsê pireke ku dihat çêkirin qetiya û di encamê herî kêm 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û 9 karker jî winda bûn. -
Artêşa Nîjerê şefê Boko Haram kuşt
Artêşa Nîjer ragihand ku wan 15’ê Tebaxê bi operasyonekê yek ji lîderên navdar ê Boko Haram ê bi navê Bakura (Îbrahîm Mahamadu) kuşt. -
Îsraîlê gef li Hamasê xwar ku ger ew lihevkirinê red bike wê Xezeyê hilweşîne
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz diyar kir ku ger Hamas şertên Îsraîlê qebûl neke ew ê bajarê Xezeyê bi temamî hilweşînin.