Serokwezîra nû ya Nepalê soz da ku bersivê bide daxwazên çalakgeran

Serokwezîra demkî ya nû ya Nepalê Susila Karki piştî ku dest bi wezîfeyê kir, di daxuyaniya xwe ya destpêkê de soz da ku li dijî nelirêtiyê têbikoşe.

Sushila Karki anî ziman ku wê guh bide daxwazên nifşê ciwanan û got, "Tişta ku nifşê nû dixwaze bidawîkirina nelirêtiyê, ragihandineke baş û wekheviya aborî ye."

Seroka berê ya Dadgeha Destûra Bingehîn Karki ya 73 salî roja Înê sond xwaribû û dest bi wezîfeyê kiribû. Karki ragihand ku hikumet wê zêdeyî 6 mehan nebe û di 5'ê Adara 2026'an de heta hilbijartin pêk were, wê welêt bi rê ve bibe.

51 MIRÎ, ZÊDEYÎ 1.300 BIRÎNDAR

Hikumeta demkî piştî bûyerên herî giran û bi xwîn ên salên dawî yên welêt ava bû. Hefteya derbasbûyî şerê navbera polîsan û xwepêşandêrên ciwan ên li paytext Katmandûyê mezin bû û avahiya parlamentê û hin avahiyên cemaweriyê hatibûn şewitandin. Di şer de herî kêm 51 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 1.300 kes jî birîndar bûn.

Çalakiyên şermezarkirinê li hemberî astengkirina medya dîjîtal, nelirêtî û bêkariyê destpê kiribû û li tevahiya welêt veguherîbûn xwepêşandanên mezin ku bi deh hezaran kes tevlî bûn.

Serokwezîrê berê Khadga Prasad Oli roja Sêşemê îstifa kir û neçar ma ku ji avahiya fermî biçe. Piştre jî di encama hevdîtinên berfireh ên navbera serokdewlet, fermandarê artêşê û lîderên xwepêşandêran de li hev hat kirin ku Sushila Karki bibe serokwezîra demkî.