CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Pêngava korîdorê ya Trump aştî ye, yan jî rakêşiya jeostratejîk e?
Rojnamevan Aykan Sever diyar kir ku hevdîtinên ‘aştiyê’ yên ku Trump serkêşiyê jê re dike, bi kêrî gelan nayê û bûyerên ku diqewimin weke rakêşiyeke jeostratejîk pênase kir. -
Artêşa Îsraîlê daxuyand ku ew ê giraniya bidin ser 'kontrolkirina' Xezeyê
Serfermandarê Giştî yê Îsraîlê Eyal Zamîr daxuyand ku artêş wê operasyonên xwe yên li Xezeyê "bi biryardarî zêde bike”. -
Li ser sînorê Sistan-Belucistanê şer: 7 kes mirin
Medyaya dewleta Îranê ragihand ku di operasyoneke li eyaleta Sistan-Belucistan a li başûrêrojhilatê welêt de 7 “cîhadîst” hatin kuştin. -
Di êrîşên Îsraîlê yên li Xezeyê de 18 kes mirin
Teşkîlata Parastinê ya Sivîl a Xezeyê ragihand ku roja yekşemê di êrîşên hewayî û yên bi topan ên Îsraîlê de 18 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes birîndar bûn. -
Li Bolîvyayê ji bo desthilatdariya sosyalîst a 20 salan hilbijartina krîtîk
Li Bolîvyayê ku di nava krîzeke giran a aboriyê de ye, gel ji bo hilbijartina serokdewletê nû vê Yekşemê dengê xwe dide. Enflasyona bilind rojeva esasî ya hilbijartinê ye. -
Li Pakistanê karesata musonê: Nêzî 350 kes mirin, 150 kes winda ne
Baranên muson ên ku bi rojane li bakurê Pakistanê bi xurtî dibarin, bûn sedema hilweşîneke mezin. -
Li Îsraîlê muxalefeta li dijî şer mezin dibe
Xizmên dîlgirtiyan, partiyên muxalefetê û saziyên civakî yên sivîl ji bo bidawîkirina şerê li Xezeyê û rizgarkirina dîlgirtiyên mayî li tevahiya welêt dest bi greva giştî û çalakiyên şermezarkirinê kirin. -
Artêşa Îsraîlê li Yemenê li navendeke enerjiyê xist
Artêşa Îsraîlê ragihand ku li paytexta Yemen Sanayê li 'navendeke enerjiyê' xistiye ku tê gotin a Hûsiyan e. -
Ji lûtkeya Trump-Putîn ‘peyman’ çênebû
Serokê DYE’yê Donald Trump û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn li Alaskayê hatin ba hev. Tevî bendewariya agirbestê jî, di encama lûtkeyê de peyman çênebû. -
Spanyayê hişyariya germahiya zêde û şewatê da
Temamiya Spanyayê bi hişyariya germahiya zêde re rû bi rû ye û şewat dibin sedema fikarên mezin. Saziya meteorolojiyê ji bo beşeke mezin a wêlêt hişyariya rîska ‘’zêde û ya pir zêde’’ da. -
Wezîrê Îsraîlê di hucreyê de gef li Barguti yê Fîlîstînî xwar
Wezîrê Ewlekariya Neteweyî ya Îsraîlê Itamar Ben Gvir li hucreyê gef li lîderê Fîlîstînî Mervan Barguti xwar, ku ji sala 2002'an û vir ve girtî ye. -
Li Pakistanê baran û hezaz: 50 kes mirin
Li bakurê Pakistanê, ji ber baran û hezazê di nava 24 saetên dawî de herî kêm 50 kes mirin. -
Hîzbûllah nerazîbûn nîşanî plana bêçekkirinê da
Hikûmeta Lubnanê di 5’ê Tebaxê de plana “bêçekkirina Hîzbûllahê” ragihandibû. Ev plan ji aliyê yek ji tevgerên Şîa yên herî xurt ên welêt ve rastî nerazîbûneke tund hat. -
Li Pakistanê baranên tund ên muson: Hejmara miriyan bû 320
Baranên muson a ku dawiya Hezîranê li Pakistanê destpê kir, bi tundtir bû û veguherî karesatê. -
COVÎD-19 ji ku û çawa derketiye hê jî nayê zanîn
Rapora Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, diyar dike ku COVID-19 bi îhtîmaleke wekhev bi rengekî xwezayî an jî bi rêya laboratvarê derketiye holê. Sedema wê tevî ku 4 sal bihurîn jî hê derneketiye holê û ev yek di fikaran de pirsnîşanan çêdike. -
Nerazîbûna li hemberî projeya Îsraîlê ya parçekirina Şerîa Rojava
Yekîtiya Ewropayê û Elmanyayê nerazîbûneke tund nîşanî projeya wargeha 'E1' a Îsraîlê ya li Şerîa Rojava. -
Hikûmeta Tallîbanê bi Qeterê re peymaneke îstîhdamê ya 1.800 kesî îmze kir
Rêveberiya Talîbanê ya li Efxanistanê da zanîn ku wê di çarçoveya lihevkirineke nû ya li gel Qeterê de ji bo Efxaniyên ku di nava du salên dawîn de ji Îran û Pakistanê vegeriyane yan jî hatine dersînorkirin kontenjana 1.800 kesî ya îstîhdamê veqetandiye. -
Li Kuwêtê ji ber eraqa sexte 13 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Kuwêtê ji ber eraqa sexte 13 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî rakirin nexweşxaneyê. -
Li Darfûrê şewba kolerayê: Hefteyekê herî kêm 40 kes mirin
Li herêma Darfûrê ya li rojavayê Sûdanê, ku di nava şerekî navxweyî de ye, şewba kolerayê bi lez belav dibe. -
Misir û Erebistana Siûdî li hemberî gotina ’Îsraîla mezin’ bertek nîşanî Netanyahu dan
Misrê, piştî gotina ‘’Îsraîla mezin’’ ya Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu ji Tel Avîvê daxwaza ‘’dayîna daxuyaniyê’’ kir. Erebistana Siûdî jî ev gotina Netanyahu şermezar kir. -
Li Başûrê Ewropayê ji ber germa dijwar daristan dişewitin
Li Başûrê Ewropayê pêla germahiya dijwar û hişkesaliyê rê li ber şewatên mezin ên li daristanên Yewnanistan, Portekîz û Spanyayê vedike. -
Artêşa Îsraîlê plana ‘kontrolkirina’ Xezeyê erê kir
Artêşa Îsraîlê ragihand ku plana “konsepta sereke” ya Serokê Fermandariya Giştî Eyal Zamir a ji bo kontrolkirina Xezeyê, erê kiriye. -
Xizaniya li Sûdanê herî zêde bandorê li jinan dike
Li gorî rapora nû ya Navenda Jinan a Neteweyên Yekbûyî (UN Women), krîza peydakirina xwarinê ya li Sûdanê li gorî mêran du qatî zêdetir bandorê li jin û zarokên keçik dike. -
Li Kolombiyayê gerîlayan bi dronana êrîş kir: 3 leşker mirin, 4 jî birîndar bûn
Li Kolombiyayê di encama êrîşeke gerîlayan a bi dronan de 3 leşkeran jiyana jiyana xwe ji dest dan û 4 leşker jî birîndar bûn. -
Berlîn, Parîs û London amade ne ku pêkanînan li Îranê bisepînin!
Elmanya, Îngilistan û Fransayê dan zanîn ku têkildarî bernameya nukleerê ya Îranê ger heya dawiya meha Tebaxê çareseriyek neyê peydakirin, ew amade ne li dijî Îranê dubare serî li pêkanînan bidin.