Swêd û Hollandayê bang li YE’yê kirin: Bila ceza li Hamas û Îsraîlê were birîn

Hikûmetên Swêd û Hollandayê bang li Yekîtiya Ewropayê (YE) kirin ku ceza li Hamas û Îsraîlê were birîn.

Di nameya ku 27’ê Tîrmehê de ku ji aliyê Wezîrên Karên Derve yên her du welatan ve hate îmzekirin û ji Nûnera Pilebilind ya Têkiliyên Derve ya YE’yê Kaja Kallas re hate şandin, serokatiya siyasî ya Hamasê, ‘’wezîrên Îsraîlî yên tundraw’’ û ‘’niştecihên Cihû yên serî li tundiyê dane’’ hedef hatine nîşandan.

Her wiha Stockholm û Laheyê xwestine ku beşa bazirganiya peymana bazirganiya serbest a di navbera YE û Îsraîlê de jî  were sekinadin. Swêdê di dawiya meha Tîrmehê de ev daxwaza xwe anîbû rojevê.

Wezîrê Swêdî Stenergard da zanîn ku cezakirina kesên ku piştgirî dane polîtîkayên Îsraîlê yên têkildarî bicihbûna derqanûnî wê bibe ‘’peyameke siyasî ya xurt’’ û diyar kir ku divê rêwîtî û karên darayî yên wan kesan were sînordarkirin.

Tê payîn ku mijara berbehs di civîna wezîran a karên derve ya YE’yê de were rojevê ku civîn wê roja Şemiyê li bajarê Kopenhagê were lidarxistin.