Li Xezeyê 7 kesên din ji ber birçîbûnê mirin
Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ragihand ku di nava 24 saetên dawî de 7 kesên din ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ragihand ku di nava 24 saetên dawî de 7 kesên din ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ji destpêkirina şer û vir ve 339 kes ji ber birçîbûnê mirin.
Wezaretê diyar kir ku ji van kesan 124 ji wan zarok bûn.
Roja Yekşemê herî kêm 18 kes jî di êrîşan de hatin kuştin. 13 ji wan li beşeke navîn a Şerîda Xezeyê dema di rêza wergirtina alîkariya mirovî de bûn jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî agahiyên wezaretê, herî kêm 2 kes jî li bajarê Xezeyê di encama êrîşa li ser mala wan de jiyana xwe ji dest dan.