Li Endonezyayê çalakiyên şermezarkirinê jinûve destpê kirin, gelek çalakger mirin
Di serî de paytext Cakarta li gelek bajarên Endonezyayê çalakiyên şermezarkirinê jinûve destpê kirin.
Di serî de paytext Cakarta li gelek bajarên Endonezyayê çalakiyên şermezarkirinê jinûve destpê kirin.
Xwepêşandanên ku 29'ê Tebaxê destpê kirin, piştî ku kûryeyê bi motorsîklet Affan Kurniawan bi wesayita zirxî ya polîsan hate kuştin, jinûve mezin bûn.
Xwepêşandêr mûçeyê kêm, barê giran ê bacê û îmtiyaza mezin a ji bo parlamenter û rayedarên dewletê tê kirin, şermezar dikin.
MÛÇEYÊ PARLAMENTERAN SEDEMA BINGEHÎN A ŞERMEZARKIRINÊ YE
Sedema bingehîn a nerazîbûnan jî alîkariya xanî ya 3 hezar dolar a mehane ye ku ji bo 580 parlamenteran re tê dayin. Ev rêje bi qasî deh qatî ji mûçeyê kêmtirîn ê li Cakartayê zêdetir e.
Li Cakartayê polîsan ji bo belavkirina girseya gel ava şid û bombeya gazê bi kar anîn; xwepêşandêran jî bi kevir, şûşe û fîşekên hewayî bersiv dan. Hin koman jî hewl dan biavêjin ser navenda polîsan.
Li bajarên Surabaya, Solo, Yogyakarta, Medan, Makassar, Manado, Bandung û Manokwari yê li Papuayê şer qewimî.
Li rojhilatê Endonezyayê avahiyeke fermî hate şewitandin û di encamê de herî kêm 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Meha Sibatê jî çalakiyên şermezarkirinê yên bi heman rengî rû dabûn û kêmkirina budçeya ji 19 milyar dolarî ya li qadên krîtîk, ku perwerde jî di nav de bû, bûbû sedema hêrsa gel.