Netanyahu hedef girtina Berdevkê Hamasê Ebu Ubeyde piştrast kir

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu piştrast kir ku Ebu Ubeyde ku weke berdevkê baskê leşkerî yê Hamasê Tugayên Îzzeddîn el-Kassam tê naskirin, ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatiye hedefgirtin.

Netanyahu beriya civîna Lijneya Wezîran a Heftane axivî û got, “Me li dijî berdevkê Hamasê Ebu Ubeyde êrîşek pêk anî. Ez hêvî dikim ku êdî ne di nava me de ye, lê ez dibînim ku li aliyê Hamasê ti kes nîne ku vê mijarê eşkere bike.”

Artêşa Îsraîlê beriya rojekê ragihandibû ku li bajarê Xezeyê “yek ji kesên girîng ê Hamasê hatiye hedefgirtin”, lê nasnameya wî eşkere nekiribû.

Çapemeniya Îsraîlê ragihand ku kesê hatî hedefgirtin Ebu Ubeyde ye, televizyona El-Arabiya ya Siûdî Erebistanê jî di nûçeya xwe ya spartî çavkaniyên Fîlîstînî de da zanîn ku Ubeyde miriye.