Kongreya Belûc a Kanadayê hate avakirin
Civaka Belûc a Kanadayê ragihand ku Kongreya Belûc a Kanadayê (CBC) hatiye avakirin ku armanca xwe danasîna ziman, çand û mîrateya Belûc e.
Civaka Belûc a Kanadayê ragihand ku Kongreya Belûc a Kanadayê (CBC) hatiye avakirin ku armanca xwe danasîna ziman, çand û mîrateya Belûc e.
Civaka Belûc a Kanadayê ragihand ku Kongreya Belûc a Kanadayê (CBC) a ku mafên mirovan, xurtkirina edalet û jinan diparêze; armanc dike ku ziman, çand û mîrateya Belûc bide nasîn, bi fermî hatiye avakirin.
CBC armanc dike ku dengê Kanadiyên Belûc hem di asta neteweyî de, hem jî di asta navneteweyî de belav bike.
Ji bo rêveberiya CBC’ê ev kes hatin hilbijartin: Serok: Nader Baloch, Sekreteriya Giştî: Dr. Zaffar Baloch, Alîkarê Serok: Sammy Pullain, Sekreteriya Hevpar: Nasir Hamadan, Sekreteriya Karên Çand û Ciwanan: Mîr Sanjer Khan, Sekreteriya Zanist û Medyayê: Nissar Baloch û Sekreteriya Mafên Mirovan: Ellahî Bakhsh Baloch.
Rêveber û endamên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk jî beşdarî kongreyê bûn û piştgirî dan.