CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Ji sedî 20 ê karkerên Neteweyên Yekbûyî di metirsiyê de ne
Neteweyên Yekbûyî dest bi bernameya ‘derxistina ji kar’ a karkeran kir. Sazî plan dike ku hejmara xebatkarên xwe bi asta ji sedî 20’î kêm bike. -
Konseya Ewropayê têkildarî firotina çekan a ji bo Îsraîlê, hişyarî da
Konseya Ewropayê roja sêşemê daxuyanî da û dewletên endam têkildarî firotina çekan a ji bo Îsraîlê hişyar kir û bang li 46 welatên endam kir ku bila jixwe bawer bin ku ev çek li Xezeyê di çarçoveya binpêkirina mafên mirovan de nayên bikaranîn. -
Ji ber lehiya li Hîmalaya 68 kes hîn jî winda ne
Ji ber lehiya hefteya derbasbûyî li bajarokê Dharali yê li eyaleta Uttarakhand a Hindistanê rabû, herî kêm 68 kes hîn jî winda ne. -
Macron ji bo Xezeyê daxwaza mîsyona di bin çavdêriya NY’ê de kir
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron plana Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu ya ji bo dagirkirina tevahî ya bajarê Xezeyê û êrîşkirina ser herêmên di bin kontrola Hamasê de wekî “karesatek dîrokî” û “ber bi şerekî domdar ve” bi nav kir. -
Li El-Faşîrê di nava heftiyek de 63 kes ji birçîbûnê mirin
Li bajarê El-Faşîrê ya Sûdanê ku di bin dorpêçê de ye, ji 3’yê Tebaxê û vir ve herî kêm 63 kes ji ber birçîbûnê mirin. -
Pênc rojnamevanên El Cezîre hatin kuştin, li gorî Îsraîlê 'terorîst' bûn
El Cezîre ya Qatarê ragihand ku roja Yekşemê li Xezeyê di êrîşa hewayî ya Îsraîlê de nûçegihanê wan ê naskirî Anas el-Şerîf jî di nav de pênc rojnamevanan jiyana xwe ji dest dan. -
Awûstralya, wê di Îlonê de dewleta Filîstînê nas bike
Serokwezîrê Awûstralyayê Anthony Albanese, ragihand ku welatê wî wê di meha Îlonê de di dema Komcivîna Neteweyên Yekbûyî de dewleta Fîlîstînê bi awayekî fermî nas bike. -
Li Iraqê lêçûna gaza klorê: Zêdeyî 600 kes bi jehrî ketin
Li başûrê Iraqê, li tesîseseke paqijkirina avê ya di navbera Kerbela û Necef de ji ber lêçûna gaza klorê zêdeyî 600 kes bi jehrî ketin. -
Hikûmeta Îsraîlê 430 hezar leşkerên cîhgir wê seferber bike!
Hikûmeta Îsraîlê li dijî îhtimala zêdebûna şer, bi rêya wezîrê parastinê wê heya 30’ê Mijdara 2025’an seferberkirina 430.000 leşkerên cîhgir erê bike. -
Li navendeke polîsên Îranê êrîşa çekdarî: 1 mirî, 1 birîndar
Li bajarê Servan ê li başûrrojhilatê Îranê, li navendeke polîsan vê sibehê êrîşeke çekdarî hate kirin. Di encamê de polîsek mir, efserek jî birîndar bû. -
Li Tel Avîvê bi deh hezaran kes meşiyan û xwestin şerê li Xezeyê bi dawî bibe
Rojek piştî eşkerekirina plana Îsraîlê ya ji bo dagirkirina bajarê Xezeyê, li Tel Avîvê bi deh hezaran kes bi daxwaza bidawîkirina şer û berdana dîlgirtiyan meşiyan. -
Li Nagazakiyê peyama li dijî çekên nukleer
Di salvegera 80’an a êrîşa bombeya atomê ya li ser bajarê Nagazaki yê Japonyayê de, merasîma bîranînê hate lidarxistin. Di merasîmê de peyama ‘divê çekên nukleer bi temamî bên tunekirin’ hate dayîn. -
Trump û Putîn wê li Alaskayê werin ba hev
Serokê DYE’yê Donald Trump û Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin têkildarî pêşeroja şerê li Ûkraynayê wê di 15’ê Tebaxê de li Alaskayê bicivin. -
Elmanyayê hinerdaya çekan a ji bo Îsraîlê da sekinandin
Serokwezîrê Elmanyayê Friedrich Merz da zanîn ku Elmanyayê ji ber fikarên zêde dibin yên têkildarî plansaziyên Îsraîlê yên leşkerî yên li ser Xezeyê hinardeya çek û techîzatên ji bo Îsraîlê daye sekinandin. -
Li Washingtonê di navbera Azerbaycan û Ermenîstanê de peymana ‘aştîyê’
Serokê DYE’yê Donald Trump dê li Washingtonê bi Serokê Azerbaycanê Îlham Aliyev û Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan re cuda cuda hevdîtin bike û bi her du welatan re peymanên dualî îmze bike. -
Kabîneya Îsraîlê plana operasyona ji bo dagirkirina Xezeyê erê kir
Kabîneya Ewlehiyê ya Îsraîlê plana Serokwezîr Binyamin Netanyahu ya ji bo dagirkirina bajarê Xezeyê, erê kir. Îsraîl ragihand ku ew plan dikin ku li Xezeyê rêveberiyeke nû ya “sivîl” ava bikin. -
SOHR: Li Sûriyeyê di 8 mehan de nêzî 10 hezar kes mirin
Li gorî daneyên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) weşandiye, bi pêvajoya hilweşîna rejîma Esadê re 9 hezar û 889 kes li Sûriyeyê hatine kuştin. -
Slovenyayê îdxalata ji koloniyên Îsraîlê qedexe kir
Hikûmeta Slovenyayê, ragihand ku wan îdxalata ji wargehên Îsraîlê yên li Şeriaya Rojava ya dagirkirî qedexe kir. -
Trump û Putîn wê di nava çend rojan de bicivin
Li gor ajansa nûçeyan a fermî ya Rusyayê Interfaxê, Rusya û DYA’ê li ser hevdîtina di navbera Donald Trump û Vladimir Putîn de li hev kirin. -
MSF: Li Xezeyê deverên belavkirina alîkariyan weke cihên cînayetê ne
Bijîşkên Sînornenas (MSF), deverên belavkirina alîkariyan ên ji aliyê Weqfa Alîkariya Mirovî ya Xezeyê (GFH) ku Îsraîl û DYE piştgiriyê didinê, wele ‘’qadên cînayetên organîzekirî û miameleya dermirovî’’ pênase kirin. -
Balafireke ku leşkerên bi pere yên Kolombiyayê hildigirt, hate xistin
Televîzyona dewletê ya Sûdanê, ragihand ku Hêza Hewayî ya Sûdanê li balafirgeha Nyala ya li başûrê Darfûrê balafireke Emîrtiyên Yekbûyî yên Ereb xistine xwarê. Herî kêm 40 leşker mirin. -
Di nava 24 saetên dawîn de li Xezeyê 138 kesan jiyana xwe ji dest dane
Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ragihand ku li Şerîda Xezeyê ya di bin dorpêçê de di nava 24 saetên dawîn de 138 welatiyan jiyana xwe ji dest daye. -
Piştî şer bi sed hezaran karkerên Kamboçyayî ji Taylandê çûn
Wezareta Xebatê ya Kamboçyayê ragihand ku piştî şerê sînor ê di navbera Tayland û Kamboçyayê de, bi sed hezaran karkerên Kamboçyayî yên koçber vegeriyan welatê xwe. -
Li Hîmalaya bi dehan kes di lehiyê de winda bûn
Li herêma Dharali ya li ber Hîmalaya ya li eyaleta Uttarakhand a li bakurê Hindistanê, ji ber lehiyê herî kêm 4 kes jiyana xwe ji dest dan û 11 leşker jî di nav de nêzî 100 kes winda bûn. -
Plana ‘bi temamî’ dagirkirina Xezeyê: Gelo artêşa Îsraîlê dudil e?
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Îsraîl Katz roja Çarşemê daxuyanî da û got, Serokatiya Fermandariya Giştî neçare ku fermanên hikûmetê pêk bîne.