CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Dadgeha Navnetewî der barê 2 serokên Talîbanê de biryara girtinê da
Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (UCM) der barê serokê herî mezin ê manewî yê Talîbanê Hîbatullah Ahundzade û serokê pergala dadê Abdulhakîm Hakkanî de ji ber sûcên zilma li ser jinan biryara girtinê derxist. -
YE’yê ketina Bulgaristanê ya ji bo Herêma Euroyê pejirand
Wezîrên Darayî yên Yekîtiya Ewropayê (YE) bi fermî ji 1’ê Çileya 2026’an pê ve ketina Bulgaristanê ya ji bo Herêma Euroyê pejirand. Bi vî awayî Bulgaristan wê bibe welatê 21’emîn ku tevlî herêma euroyê dibe û wê dev ji pereyê xwe yê neteweyî ‘lev’ berde. -
Qatar: Ji bo agirbesta Îsraîl û Hamasê 'pêdivî bi demê heye'
Qatarê daxuyand ku danûstandinên li Dahoyê yên ji bo bidawîkirina şerê 21 mehan ê li Xezeyê tê meşandin hêj negihiştiye asta agirbestê, lê pêvajo didome. -
Elmanya: Balafira me ji aliyê Çînê ve hate hedefgirtin
Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê diyar kir ku li Behra Sor balafireke keşfê ya artêşa Elmanyayê ya beşdarî mîsyona Aspides a Yekîtiya Ewropayê bûye, ji aliyê keştiya şer a Çînê ve bi lazerê hatiye hedefgirtin. -
Li Îtalyayê çeteyên ku li ser Tirkiyeyê qaçaxçitiya koçberan dikir hat bêbandorkirin
Polîsên li herêma Calabria ya li başûrê Îtalyayê, tora qaçaxçitiya mirovan bêbandor kirin. -
Li Teksasê ji ber karesata lehiyê hejmara qurbaniyan 100’î derbas kir
Li eyaleta Teksas a li başûrê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE), ji ber karesata lehiyê hejmara qurbaniyan bû 104 kes. -
Trump: Hamas li Xezeyê agirbestê dixwaze
Serokê DYE’yê Donald Trump diyar kir ku Hamas ji bo agirbesta li Xezeyê amade ye û hevdîtin baş derbas dibin. Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu jî ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê Trump weke namzed nîşan da. -
Ji Îranê bîlançoya nû: 1.060 kesan jiyana xwe ji dest dan
Rayedarekî Îranî daxuyanî da televîzyona dewletê û diyar kir ku piştî şerê 12 rojan ê bi Îsraîlê re, li welêt hejmara miriyan derket 1.060’an. -
Erebistana Siûdî bi cezayê darvekirinê gihişte rekorek nû
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ragihand ku di sala 2024'an de li Erebistana Siûdî 345 kes hatine darvekirin û ev jî hejmar herî zêde ya 30 salên dawî ye. -
Gelo wê Ebu Şebab bikeve şûna Hamasê?
Di şerê Îsraîlê de yê li Xezeyê Hamas gelekî lawaz bû ku herêmên di bin kontrola xwe de winda kirin û li şûna valahiya derketî holê figureke din derdikeve pêş. Ebu Şebab ê ku Îsraîl piştevaniya wî dike, diyar kir ku Hamasê gelê Filistînê firotiye. -
Îdîaya ‘Hêzên Şamê kesên girêdayî Îranê binçav kirine’
Li gorî medyaya Lubnanê Wezareta Karên Hundir a Sûriyeyê ragihand ku li herêma sînor kesên girêdayî Parêzvanên Şoreşê ya Îranê binçav kirine. -
Îsraîl: Me li Sûriyeyê hucreyeke Îranê hilweşand
Arêşa Îsraîlê ragihand ku di operasyoneke li Sûriyeyê de endamên hucreyeke bi navê Hêza Qudusê ya Parêzvanên Şoreşa Îranê girtine. -
Beriya dîroka dawîn 450 hezar Efxaniyan Îran terikand
Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî (IOM) ragihand ku beriya dîroka ku ji aliyê Îranê ve hatibû diyarkirin ku Efxaniyên bêbelge welatî biterikînin nêzîkî 450 hezar kesan welat terikandine. -
Îsraîl li dijî Hûsiyên li Yemenê êrîşên hewayî pêk anîn
Artêşa Îsraîl êrîşê bendara Hudeyadayê ya Yemenê û cihên din ên di bin kontrola Hûsiyan de kir. -
Rayedarê Hamasê: Ji sedî 80 ê kontrola Xezeyê ji dest çû, sîstema ewlekariyê hilweşiya
Hamas ku demeke dirêj li Şerîda Xezeyê li ser desthilatdariyê bû, hate ragihandin ku piştî êrîşên bi mehan ên Îsraîlê ji sedî 80 ê kontrola herêmê winda kir. -
Li Texasê bîlanço giran bû: Herî kêm 80 kes mirin, bi dehan kes winda ne
Li eyaleta Texasê ya li başûrê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) yek ji karesatên herî giran ên lehiyê yên salên dawî rû da. -
Rûsyayê du jîngehên din ên Ûkraynayê bi dest xist
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku li bakur û bakurrojhilatê Ûkraynayê 2 jîngehên din bi dest xistine. -
Lîderê Hîzbûllahê red kir ku di bin gefa Îsraîlê de çekan dîne
Lîderê Hîzbûllah a li Lubnanê Naîm Kasim anî ziman ku tevgera wan wê di bin gefan de çekê danîne û teslîm nebe. -
Li Pakistanê avahî hilweşiya: Herî kêm 27 kes mirin
Hat ragihandin ku li bajarê Karaçî ya Pakistanê avahiyek 5 qatan hilweşiya û di encamê de herî kêm 27 kes mirin. -
Li Teksasê ji ber lehiyê herî kêm 50 kes mirin
Hat ragihandin ku li eyaleta Teksas a li başûrê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ji ber lehiyê herî kêm 50 kesan jiyana xwe ji dest dan. Bi dehan kes jî winda ne. -
Mîlyarder Mûsk ê ku têkiliya wî bi Trump re xirab bû, partiya xwe ava kir
Hevalbendê berê yê Serokê DYE’yê Donald Trump mîlyarder Elon Mûsk, ragihand ku wî partiya xwe ya siyasî ava kiriye. -
Serokê Fermandariya Giştî ya Îranê: Eger Îsraîl car din êrîş bike, DYE jî nikare wî rizgar bike
Serokê Fermandariya Giştî ya Îranê Ebdulrehîm Mûsewî got, “Eger Îsraîl careke din êrîşî Îranê bike, Emerîka jî nikare Netanyahu rizgar bike.” -
NY: Li Xezeyê di dema belavkirina alîkariyê de herî kêm 600 kes hatin kuştin
Neteweyên Yêkbûyî (NY) ragihand ku li Xezeyê ji meha Gulanê û vir ve dema balavkirina alîkariyan de 613 kes hatine kuştin û ji van 509 kes nêzî cihên belavkirina alîkariyan ên GHF’ê ya ku DYE û Îsraîl alîkariya wê dikin, hatine kuştin. -
Li Hindistanê lehî: Di nava du hefteyan de herî kêm 69 kes mirin
Li bakurê Hindistanê ji ber lehî û hezazê di nava du hefteyên dawî de herî kêm 69 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Rûsyayê hikûmeta Talîbanê nas kir, Çînê jî biryar silav kir
Rûsyayê Mirnişîna Îslamî ya ji aliyê Talîbanê ve hate damezrandin silav kir, ku di sala 2021’an de li Efxanistanê dubare vegeriya ser desthilatdariyê. Çînê jî ev biryara Rûsyayê bi kêfxweşî pêşwazî kir.