Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Karkerên balafirên şer Boeing di grevê de ne: 3 hezar û 200 xebatkaran hilberîn rawestand

Li febrîqeyên li eyaletên Missouri û Illinois ên Boeing a a ku balafirên Emerîka diafirîne, nêzî 3 hezar û 200 karkeran ji nîva şeva duşemê û şûnde dest bi grevê kirin.

GREVA KARKERAN

Grev bi daxuyaniya sendîkaya IAM (Komeleya Karkerên Hewayî û Makînîstan a Navneteweyî) hate ragihandin.

Sendîkayê diyar kir ku karkeran pêşniyara peymanê ya ku ji aliyê Boeing ve hatî pêşkêşkirin, bes nedîtin û êdî bawerî bi “waatên vale” nayînin.

Pêşniyara ewilî ji sedî 20 zêdekirina mûçe û zêdetir destûr digirtin nav xwe. Di pêşniyara nû ya hatî revîzekirin kirin de di nava 4 salan de ji sedî 40 zêdebûna mûçe pêşbînî dikir. Lê belê ev pêşniyar jî ji aliyê karkeran ve hate redkirin.

Nûnerên IAM destnîşan kirin ku ew rolên pisporî, girêdan û parastina welêt ên karkeran berçav digirin û peymaneke hîn adiltir dixwazin.