Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Îran plan dike ku çar sifiran ji pereyê xwe yê neteweyî rake

Li Îranê, ji bo têkoşîna li dijî kêmbûna nirxê pereya netewî yê ku bi salan berdewam dike, Komîsyona Aborî ya Parlamentoya Îranê pêşnûmeya qanûnî ya ku rakirina çar sifiran ji riyalê pêşbinî dike pejirand.

Li gorî malpera parlamento Icanayê, Serokê Komîsyona Aborî Şemseddin Huseynî ragihand ku, "di civîna îro de, parastina navê pereyê neteweyî wekî riyal hate pejirandin û rakirina çar sifiran hate erêkirin.”

Serokê Bankayê Navendî Muhammed Rîza Farzîn di daxuyaniya xwe ya meha Gulanê de gotibû ku riyala Îranê di pergala aborî ya navneteweyî de "ne xwedî wêneyek erênî ye."

Li gorî pêşnûmeyê, riyala nû dê bi 10.000 riyalên niha re wekhev be û dê bibe 100 “gerran”. “Gerran” wekî yekeyek biçûk a mîna sentê tê pênasekirin. Ev pêşniyar cara yekem di sala 2019’an de hatibû rojevê, lê paşê hatibû taloqkirin. Niha, ew ê li parlamentoyê bikeve dengdanê û ji bo erêkirinê ji Konseya Parastina Destûra Bingehîn re were şandin.

KÊMBÛNA NIRXÊ

Riyala Îranê, bi taybetî piştî ku di sala 2018’an de DYE ji peymana nukleerî vekişiya nirxek mezin winda kir. Ev meyl, piştî ku Donald Trump cara duyem wekî serok hate hilbijartin, zêdetir lez girt. Trump di serdema xwe ya yekem de polîtîkaya “zexta herî zêde” li hemberî Tehranê pêk anîbû.

Di 3’ê Tebaxê, roja Yekşemê, li bazara reş 1 dolarê Amerîkî bi 925.000 riyalan hate guhertin, rojek berê ev hêjmar 913.500 riyal bû.

Berdevkê Komîsyona Aborî ya Parlamentoyê Hakem Mamkan diyar kir ku armanca reformê “hêsankirina karûbar û çavdêriyên di saziyên dewletê de” ye.

Di nav gel de ji zû ve ji bo hêsankirina karûbaran, ji riyalê yek sifir hatibû rakirin û navê “tûmen” dihat bikaranîn. Lê belê ev rewş, bi taybetî ji bo biyaniyên ku serdan dikirin, dibû sedema tevliheviyeke mezin.