Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Li Îranê kesekî din jî bi tewanbariya ajanê MOSSAD’ê hate îdamkirin

Îranê kesekî bi navê Roozbeh Vadi ku bi tewanbariya ji bo îstîxbarata Îsraîlê MOSSAD’ê sîxurî kiriye hat îdamkirin.

Dadgeha Bilind a Îranê cezayê mirinê ji bo Vadi erê kiribû û înfaza wî roja Çarşemê bi dizî û bêyî ku ji raya giştî re were ragihandin hate kirin. Li ser malpera înternetê ya Mizan Online, ku girêdayî dadweriya Îranê ye, daxuyaniyek hat weşandin û tê de hat gotin ku: “Roozbeh Vadi, piştî qedandina pêvajoya darizandinê û erêkirina Dadgeha Bilind hate îdamkirin.”

Rayedarên Îranî îdia dikin ku Vadi bi MOSSAD’ê re li Viyanayê rasterast hevdîtin kiriye û di berdêla wê de jî pereyê kripto jê re hatiye dayîn. Tê gotin ku Vadi di meha Hezîranê de, dema aloziya bi Îsraîlê re, agahiyên derbarê zanyarekî nukleerî yê Îranî yê ku hatibû kuştin, derxistiye derve.

Di meha Hezîranê de, sê Kurdên ku bi îdiaya alîkariya suîkasta zanyarê nukleerî Muhsin Fahrizade kirine, bi heman tewanbariyê hatibûn îdamkirin.

JI RÊXISTINÊN MAFÊN MIROVAN BERTEKÊN HIŞK

Rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî li ser kiryarên îdamê yên li Îranê hişyarî didin. Li gorî pisporan, rêveberiya Îranê cezayê îdamê tenê ji bo sîxuriyê na, her wiha ji bo tepisandina muxalefetê jî bi kar tîne.

Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHR) yê di meha Hezîranê de hat weşandin, di şeş mehên destpêkê yên sala 2025’an de li welat herî kêm 612 kes hatine îdamkirin. Ev hejmar li gorî heman serdema sala borî (Ji Çile heta Hezîrana 2024’an 279 kes hatibûn îdamkirin) ji sedî 119 zêdebûnekê nîşan dide.

Parêzvanên mafên mirovan diyar dikin ku piraniya van îdaman bi awayekî li dijî pîvanên darizandina adilane, li pişt deriyên girtî û bêyî dayîna mafên parastinê hatine kirin.