Îranê ji bo xurtkirina parastina xwe, konseyek nû ava kir
Îranê ragihand ku piştî şerê dawî yê bi Îsraîlê re, ji bo xurtkirina kapasîteya xwe ya leşkeri Konseya Parastinê ya Neteweyî ava kir.
Îranê ragihand ku piştî şerê dawî yê bi Îsraîlê re, ji bo xurtkirina kapasîteya xwe ya leşkeri Konseya Parastinê ya Neteweyî ava kir.
Li gorî televizyona dewletê, “Konseya Ewlehiyê ya Neteweyî ya Bilind avakirina Konseya Parastinê ya Neteweyî erê kir.”
Ev daxuyanî piştî şerê bi Îsraîlê re hat.
Çêkera nû wê di bin serokatiya Serokkomarê Komara Îslamê ya Îranê de fermandarên payebilind ên hêzên çekdar û nunerên wezîran bigire nava xwe.
Televîzyona dewletê anî ziman ku Konseya Parastinê wê planên parastinê lêkolîn bike û kapasîteya hêzên çekdar bi rengekî navendî xurt bike.