Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Roja sêşemê li Xezeyê 68 kes hatin kuştin

Teşkîlata Parastina Sivîlan a Xezeyê ragihand ku roja Sêşemê di êrîşên Îsraîlê de 68 kes jiyana xwe ji dest dane, ji wan 56 kes dema li benda alîkariya xwarinê bûn hatine kuştin.

Berdevkê Teşkîlata Parastina Sivîlan a Xezeyê, Mehmûd Bassal ragihand ku li başûrê Xezeyê, li nêzîkî Xan Yûnis, li ber navendeke alîkariyê 30 kes di encama êrîşa Îsraîlê de hatine kuştin.

Artêşa Îsraîlê, di daxuyaniyeke dabû AFP’ê de îdia kir ku li korîdora Moragê li hemberî komeke Xezeyî ya nêzîkî wan bûye, ‘guleyên hişyariyê berdane’ lê agahiyên derbarê kuştiyan negihîştiye wan.

Li gorî Bassal, li bakurê xeta Xezeyê, li herêma Zikîmê, di encama guleyên artêşa Îsraîlê de 20 kes jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 100 kes jî birîndar bûne. Artêşa Îsraîlê ragihand ku hûrguliyên vê bûyerê tên lêkolîn kirin.

Li navenda bajarê Xezeyê jî, 6 kesên ku di rêza alîkariyê de li benda xwarinê bûn hatin kuştin û 21 kes jî birîndar bûn. Artêşa Îsraîlê îdia kir ku roja Sêşemê li bajarê Xezeyê wan êrîşeke bi guleyan nekirine