Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Li Fransayê mezintirîn şewata îsal: Kesek mir û 9 kes jî birîndar bûn

Li herêma Aude ya li başûrê Fransayê şewateke mezin derket û di encamê de kesekê jiyana xwe ji dest da û 9 kes jî birîndar bûn.

Di encama şewata daristanê ya li herêma Audeyê de ku weke mezintirîn şewata vê havînê hate tomarkirin, jinekê jiyana xwe ji dest da û yek jê giran du sivîl û heft agirkuj bi tevahî 9 kes birîndar bûn. Hate ragihandin ku welatiyek jî winda bûye.

Şewat roja Sêşemê di saet 16.00’an de derketiye û li gel qedeke mezin 25 xanî şewitîne yan jî zirar dîtine û nêzîkî 30 wesayît jî bi temamî şewitîne. Li herêmê 2 hezar 500 xanî bê ceyran mane. 

Otorêya A9’ê ya di navbera Fransa û Spanyayê de ji her du aliyan ve hatiye girtin û gelek rêyên herêmî jî ji çûnûhatinê re hatine girtin. Her wiha li bajaroka La Palmeyê du qadên kampê hatine veguheztin.

1,500 agirkuj ji bo vemirandina şewatê dixebitin û balafirên vemirandina şewatê yên cureya Kanadaairê jî ji hewayî ji bo vemirandinê piştgiriyê didin.

Meteo-Franceyê ji ber germahiyên zêde hişyariya talûkeya derketina şewatan ya ‘’gelekî bilind’’ da û ragihand ku şewat  û şert û mercên hewayî yên nebaş hê jî berdewam dikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji dawiya meha Tîrmehê ve ye li seranserê Fransayê zêdetirî 15 hezar hektar erd şewitiye û nêzîkî 9 hezar şewat derketine; piraniya van şewatan li peravên Behra Spî derketine.