Qurbaniyên fermana Şengalê li Krasnodarê bi cîvînekê hatin bîranîn
Li mala saziya gelên Krasnodarê, li ser 11'emîn salvegera fermana li ser gelê Êzîdî ya Şengalê, civînek hate lidarxistin.
Li mala saziya gelên Krasnodarê, li ser 11'emîn salvegera fermana li ser gelê Êzîdî ya Şengalê, civînek hate lidarxistin.
Li mala saziya gelên Krasnodarê, di 3'ê Tebaxê de derbarê 11’emîn salvegera fermana Şengalê civînek hate lidarxistin. Civîn ji bo bîranîna cangorî û qurbaniyên fermanê bi deqeyek rêzgirtina destpê kir.
Hevserokê Otonomiya netewî ya kurdên Krasnodarê Arif Ezmanî civîn bi rêve bir û li ser fermanên ku çêbûne axivî û got: “Li ser fermana ku anîn ser gelê me yê Şengalê 11 sal derbas bûn. Bi destê DAÎŞ’ê ku bi destê dewletên mezin hatibû çêkirin ev qirkirin pêk hat. Ew rêxistin bi serê xwe çênebû, bi destê wê rêxistinê armanca dewletên mezin çiye, jinûve dizaynkirina nexşeya Rojhilata Navîn armanc kirin. Dewletên heyî wê xira bibin û dewletên nû wê çêbibûna.
Ezmanî axaftina xwe wiha domand: “Bi hezaran Êzîdî hatin qetilkirin, bi hezaran jin li kolanan hatin firotin. Di sedsala 21’emîn de li bazaran mirov hatin firotin. Bi rastî jî ew rûreşîya cihanê bû. Ji ber ku Êzîdî bê tevger û bê rêxistin bûn, bê parastin man ev ferman çêbû."
Arif wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Piştre me dît ku kî/ê xwedî li Êzîdiyan derket. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi talîmata Rêber Apo li Êzîdiyan xwedî derketin. Ji bo rizgarkirina gelê me yên Êzîdî nêzî 400 cangorî şehîd bûn. YPG-YPJ ji Rojavayê Kurdistanê hatin şer kirin û gelê me rizgar kirin. Ji bo wê jî em tim û tim dibêjin û em ê bêjin gelê me yê Êzîdî heya hebin pêwîste bizanibin di demênteng de kê xwedî li wan derket!”
Piştre hevserokê Otonomîya Kurdên Rûsyayê Ferhat Patiyêv axivî û got: “Hemû fermanên li ser gelên me yên Êzîdî bi planên li dijî Kurdan vekirî û veşartî hatine meşandin û komkujî pêk anîne. Heya roja îro jî dixwazin wan komkujiyên xwe berdewam bikin. Gelê Dûrzî û Elewî jî bi komkujiyan re rû bi rû hiştin. DAÎŞ'a ku bi destê cîhanê hate çêkirin, li hemû deveran belav kirin û xistin belayê serê gelan. Îro jî ciwanên ku ji çanda xwe dûr, bê zanist dikevin bin bandora şekil û şemalê wan. Ev şermeke mezine. Di warê çandî de mirov pêwîste bizanibe kî ye û ji kur hatiye. Îro em dibînin ku piraniya ciwanan rûyê xwe berdidin û simbêlên xwe jêdikin. Ev di çanda Kurdî de tune ye. Pêwîste ciwan rê nedin bişavtinê. Ji ber vê ji bo gelê Kurd azad be û bigihije mafê xwe, li derdora Rêbertiya rast a ku îro xwe bi her alî îspat kiriye û bingeha bîrdoziya mirovahî daniye, bibin xelek û xwe birêxistin bikin.”
Di civînê de Rizayê Cemal jî axivî û di axaftina xwe de got: “Dermanê çareseriyê û dawî li êşan anîn, di xwe zane kirinê de ye. Îro bingeha wê hatiye avêtin. Ew bingeh xeta Rêber Apo ye. Ji vir û şûnde tu dewlet an jî rêxistinên wek DAÎŞ’ê wê nikaribin komkujî li ser gelê me bînin.”
Her wiha koma rûspîyê Kurdên Krasnodarê Îşxanê Anqosî û Qadirê Cindî jî axivîn. Her du rûspî jî diyar kirin ku perçebûna gel tim bûye sedema neyaran ku bi me bilîzin û bi hêsanî planên xwe serbixin. Ji ber vê lazim e tevahî gelê Kurd bêyî ku cudatî bixe navbera xwe, bi ramanê netewî rabe ser xwe û yekîtiya xwe xurt bike. Divê em jî li hember dijminan bi xurtî rawastin.
Civîn bi dirûşmeya, “Şehîd namirin” bi dawî bû.