CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Îranê kesekî din jî bi tewanbariya ajanê MOSSAD’ê hate îdamkirin
Îranê kesekî bi navê Roozbeh Vadi ku bi tewanbariya ji bo îstîxbarata Îsraîlê MOSSAD’ê sîxurî kiriye hat îdamkirin. -
Roja sêşemê li Xezeyê 68 kes hatin kuştin
Teşkîlata Parastina Sivîlan a Xezeyê ragihand ku roja Sêşemê di êrîşên Îsraîlê de 68 kes jiyana xwe ji dest dane, ji wan 56 kes dema li benda alîkariya xwarinê bûn hatine kuştin. -
Qurbaniyên fermana Şengalê li Krasnodarê bi cîvînekê hatin bîranîn
Li mala saziya gelên Krasnodarê, li ser 11'emîn salvegera fermana li ser gelê Êzîdî ya Şengalê, civînek hate lidarxistin. -
Salvegera 80’emîn a Hîroşîma: Gefa nûkleerî dîsa zêde dibe
Ligel ku cîhan, qurbanên yekem bombeya atomî ya li Hiroşîmayê bibîr tîne, pispor û kesên sax mane hişyar dikin ku metirsiya şerê nûkleerî gihîştiye asta herî bilind a çend deh salên dawî. -
Li Fransayê mezintirîn şewata îsal: Kesek mir û 9 kes jî birîndar bûn
Li herêma Aude ya li başûrê Fransayê şewateke mezin derket û di encamê de kesekê jiyana xwe ji dest da û 9 kes jî birîndar bûn. -
Netanyahu: Divê Hamas bi temamî were têkbirin
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu diyar kir ku divê Hamas “bi tevahî were têkbirin” û “hemû girtî” werin berdan. Binyamin Netanyahu roja Sêşemê daxuyanî da û diyar kir ku divê Îsraîl li Xezeyê Hamasê “bi temamî têk bibe”. -
UNICEF: Li Xezeyê her roj 28 zarok dimirin
Fona Alikariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) da zanîn ku li Şerîda Xezeyê her roj 28 zarok jiyana xwe ji dest didin. -
Li Îranê ji ber germahiya zêde saziyên fermî hatin girtin
Li Îranê ji ber germahiya zêde û zêdebûna xerckirina enerjiyê li 31 eyaletan 15 saziyên fermî hatin girtin. -
Hêzên Şamê li Siwêdayê agirbest car din binpê kir
Li gorî nûçeya ANHA’yê hêzên Şamê şeva duşemê agirbest car din binpê kir. -
Plana dagirkirina tevahiya Xezeyê: Tê îdîakirin ku Trump ‘erê kiriye’
Hat îdîakirin ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, biryara dagirkirina tevahiya Xezeyê daye û Serokê DYE’ê Donald Trump jî vê rewşê erê kiriye -
Li Pekînê baranên dijwar: 82 hezar kes hatin tehliyekirin
Li paytexta Çînê Pekinê ji ber baranên dijwar zêdetirî 82 hezar kes hatin tehliyekirin. -
Başûrê Ewropayê bi germahiya dijwar û şewatan re rû bi rû ye
Pêleke germahiyê ya nû li seranserê başûrê Ewropayê belav bûye û li Spanya, Portekîz û başûrê Fransayê gihîştiye asteke ku gefê li jiyanê bixwe. -
Karkerên balafirên şer Boeing di grevê de ne: 3 hezar û 200 xebatkaran hilberîn rawestand
Li febrîqeyên li eyaletên Missouri û Illinois ên Boeing a a ku balafirên Emerîka diafirîne, nêzî 3 hezar û 200 karkeran ji nîva şeva duşemê û şûnde dest bi grevê kirin. -
Li peravê Yemenê bîlanço giran bû: Herî kêm 76 kes mirin
Li peravê Yemenê keştiyeke ku koçberên ji Etîyopyayê dihilgirt, noqî avê bû û hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane herî kêm gihişt 76’an. -
Îranê ji bo xurtkirina parastina xwe, konseyek nû ava kir
Îranê ragihand ku piştî şerê dawî yê bi Îsraîlê re, ji bo xurtkirina kapasîteya xwe ya leşkeri Konseya Parastinê ya Neteweyî ava kir. -
Bi sedan berpirsyarên ewlekariyê yên payebilind ên Îsraîlê: dawî li şer bînin
Berpirsyarên ewlekariyê berê yên payebilind ên Îsraîlê bang li Serokê DYA’yê Donald Trump kirin û daxwaz kirin ku divê ew zext li Serokwezîr Binyamîn Netanyahu bike da ku “şerê bi Xazeyê re dawî bike.” -
Qirkirina Şengalê li Borlänge hat bibîranîn: Ev ferman li dijî me hemûyan e
Qirkirina ku DAİŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014’an de li Şengalê dijî gelê Êzidî pêk anîbû, li bajarê Borlänge yê Swêdê bi çalakiyekê hat bibîranîn. -
Îran plan dike ku çar sifiran ji pereyê xwe yê neteweyî rake
Li Îranê, ji bo têkoşîna li dijî kêmbûna nirxê pereya netewî yê ku bi salan berdewam dike, Komîsyona Aborî ya Parlamentoya Îranê pêşnûmeya qanûnî ya ku rakirina çar sifiran ji riyalê pêşbinî dike pejirand. -
Li peravên Yemenê trajediyeke nû ya koçberan
Rêxistina Koçberan a Navneteweyî (IOM), ragihand ku bêhtirî 50 cenazeyên koçberan li peravê başûrê Yemenê hatine dîtin. Rayedar diyar kirin ku ew hê jî lêgerîna koçberên saxmayî didomînin. -
Li Erebistana Siûdî di nava rojekê de 8 kes hatin bidarvekirin
Li Erebistana Siûd roja Şemiyê 8 kes hatin bidarvekirin, 7 ji van ji ber qeçaxçîtiyê tiryakê ceza girtibûn. -
YE: Divê Hamas çek berde, dawî li serweriya xwe ya li Xezeyê bîne
Hamasê dîmenê dîlgirtiyên Îsraîlî weşand. Nûnera Bilind a Karên Derve ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Kaja Kallas bang li Hamasê kir ku çek berde û dawî li serweriya xwe ya li ser Xezeyê bîne. -
Hamas: Heta ku dewleta Filistînê neyê naskirin, em ê çekan bernedin
Hamasê bersiva daxuyaniyên navbeynkarê DYA’yê Steve Witkoff da û diyar kir ku mercê danîna çekan tenê naskirina dewleteke Filistînî ya serbixwe ye ku paytexta wê Qudus e. -
Li Rûsyayê piştî 450 salan volkenek dîsa çalak bû
Volkana Kracheninnikov a li Nîvgirava Kamtchatkayê, ku li Rojhilata dûr a Rûsyayê ye, piştî 450 salan dîsa çalak bû. -
Fransa bi awayekî demkî tehliyekirina ji Xezeyê da rawestandin
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot, da zanîn heta lêpirsîna ku der barê welatiyek Xezeyî ku li dijî Cihuyan parvekirin kiribû bi encam bibe, ew ê tehliyekirina ji Xezeyê bidin rawestandin. -
Xelkê Siwêdayê xwest ku hêzên Şamê ji bajêr derkevin
Bi sedan welatiyên ku li bajarê Siwêda yê li başûrê Sûriyeyê kom bûn, xwestin ku hêzên hikûmeta demkî ji herêmê vekişin.