Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Li Atlantîkê bagera Erînê dijwar bû

Li bakurê Okyanûsa Atlantîkê bagera ewilî ya îsal Erîn, şeva 17’ê Tebaxê dijwariya xwe zêde kir û gihişt asta 4’an.

Bagera ku nêzî Bahamayan bû, bû sedema ba, baran, lehî û hezazê.

LI PORTO RÎKO QUTBÛNA ELEKTRÎKÊ

Li Porto Rîkoyê ku sala 2017’an bi bagera Maria re hilweşîneke mezin lê çêbû, vê carê zêdeyî 150 hezar kes bêelektrîk man. Li seranserî giravê dîmenên lehiyê belav bûn û hezaz jî çêbûn.

PÊLÊN XETER GIHIŞTIN PERAVÊN DYE’YÊ

Ev pêlên mezin ên di encama bagerê de çêbûne, gihişte Bermuda û peravên rojhilat û başûrêrojhilatê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE). Navenda Bagerê ya Neteweyî ya DYE’yê (NHC) niştecihên herêmê ji ber pêlên xetere, hişyar kir.

NHC’ê daxuyanî da û got, "Di rojên pêş de ji ber guhertinên di çêkera hundir a sîstemê de dibe ku pêlên tund çêbibin. Erîn hîn berfireh dibe."