Îsraîl beriya operasyoneke nû hişyariya valakirina nexweşxaneyan kir
Artêşa Îsraîlê beriya operasyona plankirî ya li dijî Xezeyê û derdora wê, hişyariya amadekariyên valakirina nexweşxaneyan û saziyên navneteweyî kir.
Artêşa Îsraîlê beriya operasyona plankirî ya li dijî Xezeyê û derdora wê, hişyariya amadekariyên valakirina nexweşxaneyan û saziyên navneteweyî kir.
Di daxuyaniya artêşê de hate gotin ku hişyariyên ji bo saziyên tenduristiyê û rêxistinên alîkariya mirovî du roj berê dest pê kirine.
Berpirsên Midûriyeta Koordînasyon û Têkiliyê ya Herêman (COGAT) ragihandin ku divê nexweşxaneyên li bakur alavên xwe ber bi başûr ve bibin û li wir wê nexweşxaneyên sahra û avahiyên zêde bên avakirin.
Li gorî nûçeya i24News, li ser zêdekirina sewkiyata alavên bijîşkî bi Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên alîkariyê re lihevhatinek pêk hat.
Operasyona plankirî wê di çarçoveya operasyona “Tankên Gedeon II” de ku ji hêla Wezîrê Parastinê Îsrael Katz ve hate pejirandin. Artêşa Îsraîlê plan dike ku ji 2’yê Îlonê ve 60 hezar leşkerên şûngir peywirdar bike. Rayedaran armanca operasyonê wekî bêbandorkirina hêzên Hamasê û veqetandina wan yan bi sivîlan re diyar kirin.
Ev qonaxa nû, berdewamiya operasyona yekem a “Tankên Gedeon” e ku ji hêla Îsraîlê ve hatibû ragihandin û ji sedî 75 Xezeyê kontrol kir.
DU KESÊN DIN JI BIRÇÎBÛNÊ MIRIN
Ji aliyê din ve, li gorî kanala televîzyonê ya Qeterê El Cezîre Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ragihand ku “di 24 seatên dawî de ji ber birçîbûn û kêmbûna xwarinê” du kes jiyana xwe ji dest dan.
Bi vê re hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane 112 jê zarok bi tevahî derket 271 kesan.