Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Artêşa Îsraîlê bang kir ku li Xezeyê sivîl bêne veguhestin

Piştî erêkirina plana dagirkirina bajarê Xezeyê artêşa Îsraîlê bang li sivîlên li Cibaliya û derdora bajarê Xezeyê kir ku herêmê biterikînin.

Artêşa Îsraîlê herêmên li derdora bajarê Xezeyê û Cibaliya ya li Şerîda Xezeyê weke 'qada şer' ragihand û bang kir ku bi armanca ewlekariyê sivîl ji bo herêmên başûr bêne veguhestin.

Li gorî nûçeya Haaretzê ji hewayê broşur ên agahdarkirinê li herêmên eleqedar hatin belavkirin.

PLANA DAGIRKERIYÊ HATE ERÊKIRIN

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz plana artêşê ya ji bo kontrolkirina bajarê Xezeyê erê kir. Plan beriya niha ji aliyê Serokê Fermandariya Giştî Eyal Zamir ve hatibû erêkirin û roja Pêncşemê wê pêşkêşî erêkirina desteya ewlekariyê bê kirin.

Plan wê bi navê 'Wesayitên Gideon II' bê meşandin û weke dewama planeke beriya niha ya Gulana 2025'an tê dîtin. Armanc ew e ku nifûsa li Şerîda Xezeyê derbasî herêmên başûr bike.