Daxuyanî bi boneya 19’ê Tebaxê Roja Alîkariya Mirovî ya Cîhanî hate dayîn. Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane li gorî sala 2023’yan ji sedî 31 zêde bûye. Li gorî NY’ê sedema zêdebûna vê hejmarê kuştina 181 xebatkarên alîkariya mirovî yên li Xezeyê û 60 kesên li Sûdanê ye.
Li gorî daneyên NY’ê her wiha di sala 2024’an de 308 xebatkarên alîkariya mirovî birîndar bûne, 125 hatine revandin û 45 kes jî hatine binçavkirin. Hate ragihandin ku piraniya êrîşan ji aliyê aktorên dewletê ve hatine kirin û piraniya kesên ku jiyana xwe ji dest dane jî xebatkarên xwecihî ne ku li welatê xwe kar dikirin.
Alîkarê Sekreterê Giştî yê Berpirsê Karên Mirovî yê NY’ê Tom Fletcher got: ‘’Êrîşa li hemberî hempîşeyên me tê wateya êrîşa li hemberî me hemûyan. Ev êrîşên bi vî rengî û bêcezahiştin xemnexuriya civaka navneteweyî nîşan didin.’’
Fletcher, bang li aliyên xwedan hêz û raye kir ku sivîlan û xebatkarên alîkariya mirovî biparêzin û erîşkaran bidarizînin û got tundî ne bivênevê ye. Divê tavilê ev êrîş werin sekinandin.’’
NY’ê ragihand ku êrîşên li ser xebatkarên alîkariya mirovî tên wateya binpêkirina hiqûqa navneteweyî û sabotekirina şensê jiyana bi milyonan kesan.
ZÊDETIRÎ 1.100 XEBATKARÊN TENDURISTIYÊ Û NEXWEŞ HATINE KUŞTIN
Her wiha Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) diyar kir ku di sala 2024’an de li 16 herêman li hemberî xizmetên tenduristiyê zêdetirî 800 êrîş pêk hatine û di encama van êrîşan de zêdetirî 1.100 xebatkarên tenduristiyê û nexweşan jiyana xwe ji dest dane. WHO’yê da zanînku li gel van êrîşan pergala tenduristiyê ya zirardîtî zedetir têk diçe.