Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Li wargehên Filistînî yên li Lubnanê pêvajoya bêçekkirinê hat destpêkirin

Hat ragihandin ku komên çekdar ên li wargehên penaberên Filistînî yên li Lubnanê wê ji roja Pêncşemê pê ve dest bi radestkirina çekên xwe bikin.

Serokê Komîteya Diyaloga Lubnan-Filîstînî Ramez Damaschkieh derbarê mijarê de daxuyanî da.

Di daxuyaniyê wiha hat gotin: "Îro qonaxa yekem a pêvajoya radestkirina çekan ji wargehên Filistînî dest pê dike."

Hate diyarkirin ku pêvajo wê li wargeha Burj el-Berajneh a li Beyrûdê dest pê bike û koma yekem wê çekên xwe radestî artêşa Lubnanê bike.

Ev gav di çareserkirina pirsgirêkên ewlehî û aramiyê yên li wargehên Filistînî yên li Lubnanê de wekî destpêka serdemeke nû tê nirxandin.