CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Îsraîl beriya operasyoneke nû hişyariya valakirina nexweşxaneyan kir
Artêşa Îsraîlê beriya operasyona plankirî ya li dijî Xezeyê û derdora wê, hişyariya amadekariyên valakirina nexweşxaneyan û saziyên navneteweyî kir. -
Li wargehên Filistînî yên li Lubnanê pêvajoya bêçekkirinê hat destpêkirin
Hat ragihandin ku komên çekdar ên li wargehên penaberên Filistînî yên li Lubnanê wê ji roja Pêncşemê pê ve dest bi radestkirina çekên xwe bikin. -
Îranê piştî şerê 12 rojan yekem operasyona leşkerî lidar xist
Îranê piştî şerê 12 rojan yê di meha Hezîranê de yê li gel Îsraîlê yekem operasyona xwe ya leşkerî da destpêkirin. -
Koreya Bakur li nêzî sînorê Çînê baregeheke moşekan a veşartî ava kir!
Derket holê ku Koreya Bakur bes 27 kîlometrayan dûrî sînorê Çînê baregeheke moşekên balîstîkî ya veşartî ava kiriye. -
Îsraîlê projeya E1 a 3.400 xaniyên li Şerîaya Rojava erê kir
Îsraîlê projeya E1 a 3.400 xaniyên li Şerîaya Rojava erê kir ku proje ev demeke dirêj bû bûbû mijara nîqaşan. Di çarçoveya projeyê de wê li ser xakên ku hatine dagirkirin, 3.400 xaniyên nû werin avakirin. -
Artêşa Îsraîlê bang kir ku li Xezeyê sivîl bêne veguhestin
Piştî erêkirina plana dagirkirina bajarê Xezeyê artêşa Îsraîlê bang li sivîlên li Cibaliya û derdora bajarê Xezeyê kir ku herêmê biterikînin. -
Îranê gef li Îsraîlê xwar: ‘Em xwedî kapasîteyeke hîn xurttir in’
Wezîrê Parastinê yê Îranê General Azîz Nasirzadeh diyar kir ku welatê wî xwedî fuzeyên balîstîk ên nifşên nû ye û gef li Îsraîlê xwar. -
Li Pakistanê baranên muson didomin: Herî kêm 20 kesên din jî mirin
Hat ragihandin ku li Pakistanê ji ber baranên tund û hezazê herî 20 kesên din jiyana xwe ji dest dan. -
Li Efxanistanê otobusê qeza kir: 19 jê zarok 76 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li bajarê Herat ê rojavayê Efxanistanê şeva Sêşemê otobûsa penaberan, kamyonek û motorsîklet li hev qelibîn û di encama qezayê de herî kêm 76 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Îsraîl plana operasyona leşkerî ya ji bo Xezeyê erê kir
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Îsraîl Katz plana artêşê ya ji bo bidestxistina bajarê Xezeyê erê kir û ji bo ku nêzî 60 hezar leşkerên cîhgir tevlî operasyonê bibin ferman da. -
Sûriye û Îsraîl li Parîsê civiyan
Wezîrê Karên Hundir ê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Esad El-Şeybani roja sêşemê bi şandeyeke Îsraîlê re hevdîtin kir û “kêmkirina tengasiya” di navbera her du welatên de cîran de hate nirxandin. -
Di sala 80’emîn a Neteweyên Yekbûyî de krîza vîzeyê
Neteweyên Yekbûyî xwe amade dike ku salvegera 80’emîn a damezrandina xwe pîroz bike. Ji ber astengiya vîzeyê ya ku DYE datîne pêşiya nûnerên hin welatan, dibe ku krîzeke nû rû bide. -
Li Spanyayê şewatên daristanan: Di 24 saetan de 30 hezar hektar erd şewitîn
Li rojavayê Spanyayê di 24 saetan de qadekî nêzîkî 30 hezar hektar şewitî. Li seranserê welat ji serê salê ve bi giştî 373 hektarên daristanan şewitîn. -
Îsraîl wê vê hefteyê bersiva pêşniyara ji bo agirbesta li Xezeyê bide
Îsraîl têkildarî agirbesta li Xezeyê ya girêdayî berdana dîlgirtiyên li Fîlîstînê, wê bersiva pêşniyara nû ya navbeynkaran bide. -
NY: Şerê li Başûrê Sûdanê dikare li herêmê belav bibe
Neteweyên Yekbûyî (NY) hişyarî da şerê li Başûrê Sûdanê ji nû ve gur bû, dikare li herêmê belav bibe û krîza mirovî ya li welêt hîn giran bûye. -
Ji eyaletên komargeran Muxafizên Neteweyî ji Washingtonê re hatin veguhestin
Piştî banga Trump a ji bo 'paqijkirina paytextê ji çeteyan' eyaletên komargeran yekîneyên Muxafizên Neteweyî ji Washingtonê re şandin. -
Di sala 2024’an de herî kêm 383 xebatkarên alîkariya mirovî jiyana xwe ji dest dane
Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku di sala 2024’an de bi hejmareke rekor 383 xebatkarên alîkariya mirovî hatine kuştin. NY’yê diyar kir ku ev rewş û bêcezahiştina êrîşan ‘’îfadeya xemnexuriya şermezahiya civaka navneteweyî ye.’’ -
Ji bo agirbestê pêşniyareke nû li Hamasê hate kirin
Heyeta Hamasê ya li paytexta Misir Kahîreyê, ji bo agirbesta li Xezeyê bi navbeynkariya Misir û Qeterê ji rayedarên wan teklîfeke nû stand. -
Zamîr: Xeze wê di nava du mehan de bê valakirin
Hat diyar kirin ku, artêşa Îsraîlê plan dike ku di nava du mehan de sivîlên li bajarê Xezeyê dijîn, tehliye bike. -
Li Atlantîkê bagera Erînê dijwar bû
Li bakurê Okyanûsa Atlantîkê bagera ewilî ya îsal Erîn, şeva 17’ê Tebaxê dijwariya xwe zêde kir û gihişt asta 4’an. -
Li Pakistanê karesata muson: 150 kes hîna winda ne
Sê roj in bakurê Pakistanê di bin bandora baranên muson de ne. Herî kêm 350 kesan jiyana xwe ji dest dan, 150 kes jî hîna winda ne. -
Li febrîqeyeke cebilxaneyan a Rûsyayê teqîn: Zêdeyî 20 mirî, 134 birîndar
Li herêma Riazanê ya Rûsyayê agir bi febrîqeyeke cebilxaneyan ket, piştre jî teqînê rû da. Dİ encamê de herî kêm 20 kes mirin, 134 kes jî birîndar bûn. -
Amnesty International: Îsraîl ‘kampanyaya birçîhiştinê ya bi zanebûnî’ bi rê ve dibe
Amnesty Internationalê da zanîn ku Îsraîl bi armanca têkbirina Filistiniyan a bi fîzîkî serî li polîtîkayeke birçîhiştinê ya bi zanebûnî dide. -
Li Bolîvyayê namzetên rastgir ji bo tûra duyemîn man û çepgir têk çûn
Li Bolîvyayê di hilbijartina roja Yekşemê de namzetên rastgir ji bo tûra duyemîn man, lê belê çepgirên ku 20 sal in li ser desthilatdariyê ne jî têkçûneke mezin jiyan. -
Li Nîjeryayê keştiyek noqî binê avê bû: Zêdeyî 40 kes winda ne
Li bakurrojavayê Nîjeryayê, keştiyek li çemekî noqî binê avê bû, herî kêm 40 kes winda bûn.