Li Yewnanistanê qanûna ‘dersînorkirina bi zorê’ hate qebûlkirin

Parlamentoya Yewnan qanûna dersînorkirina bi zorê ya kesên ku serlêdana wan a îltîcayê hatine redkirin û eger bi rengekî derqanûnî bimînin welêt wê qasî 2 yan 5 salan cezayê hepsê were birîn, qebûl kir.

Tevî rexneyên Komîsertiya Bilind a Koçberan a Neteweyên Yekbûyî, Ombudsmana Yewnan, sendîkaya dadgerên îdarî û gelek rêxistinên mafên mirovan, bi dengên partiya Demokrasiya Nû (ND) a li ser desthilatdariyê, Nîkî ya netewperest û parlamenterên serbixwe yên rastgir ên tund qanûn hate qebûlkirin. Partiyên çep û komûnîstan li dijî qanûnê dengê xwe dan.

Li gorî sererastbûna nû, kesên serlêdana wan a îltîcayê hatine redkirin eger nevegerin, wê bi zorê bên şandina welatên xwe.

Mayîna derqanûnî êdî dê sûc were hesibandin û herî kêm 2 sal û herî zêde 5 sal cezayê hepsê tê pêşbînîkirin.