Li Fransayê hikûmet ket, Macron wê serokwezîrê nû tayîn bike
Hikûmeta Bayrou di dengdana baweriyê ya li parlamentoyê de li hember 194 dengên erê 364 dengên dijber ji peywirê hat girtin.
Hikûmeta Bayrou di dengdana baweriyê ya li parlamentoyê de li hember 194 dengên erê 364 dengên dijber ji peywirê hat girtin.
Serokwezîr Michel Barnier heşt meh berê di dengdana baweriyê de ji peywirê hatibû dûrxistin, François Bayrou li şûna wî bûbû serokwezîr. Hikûmeta Bayrou jî dengê baweriyê nestand. Di dengdayînê 364 parlamenteran dengên dijber û 194 jî dengên erê dan.
François Bayrou wê sibeha sêşemê îstifaya xwe pêşkêş bike. Emmanuel Macron ê piştî ketina hikûmeta François Bayrou, ragihand ku ew ê di rojên pêş de serokwezîrê nû tayîn bike.