Li Efganistanê bîlanço giran dibe: Zêdeyî 2200 mirî, nêzî 4000 birîndar
Li Efganistanê bîlançoya erdheja bi mezinahiya 6 pileyî ku şeva Yekşemê qewimî, giran dibe.
Li Efganistanê bîlançoya erdheja bi mezinahiya 6 pileyî ku şeva Yekşemê qewimî, giran dibe.
Li gorî bîlançoya dawî ya ji aliyê rêveberiya Talîbanê ve hate eşkerekirin, zêdeyî 2200 kesî jiyana xwe ji dest dan, nêzî 4000 kes birîndar bûn û nêzî 7000 xanî hilweşiyan.
Piştî erdheja giran, li herêmê pênc caran erdhejên biçûk rû dan. Di erdhejên bi mezinahiya 5 pileyî de 10 kes birîndar bûn.
Di serî de Nangarhar, Laghman û Kunar 8 eyalet bi erdhejê hesiyan.
Rayedar dibêjin, ji ber hezazê hîn jî nikarin xwe bigihînin hin gundan, lewma dibe ku bîlanço girantir bibe.
Bi hezaran malbat ji ber hilweşîna malên wan li qadan, nava zeviyan û kolanan dimînin.