Trump wê navê Wezareta Parastinê bike 'Wezareta Şer'
Serokê DYE'yê Donald Trump wê roja Înê mohra xwe dîne binê biryarnameyekê û bi vî rengî pêvajoya guhertina navê Wezareta Parastinê bi rengê 'Wezareta Şer' bide destpêkirin.
Serokê DYE'yê Donald Trump wê roja Înê mohra xwe dîne binê biryarnameyekê û bi vî rengî pêvajoya guhertina navê Wezareta Parastinê bi rengê 'Wezareta Şer' bide destpêkirin.
Li gorî daxuyaniya ji Qesra Spî hate kirin, biryarname wê erkê bide Pentagonê û Wezîrê Parastinê Pete Hegseth ku di nivîsên fermî û ragihandina raya giştî de navê nû bi kar bînin.
Tê gotin, ev navê ku Trump demeke dirêj e dixwaze bibe sedema lêçûna bi sedan milyon dolarî. Wezîr Hegseth her wiha ji bo guhertin mayinde bibe wê sererastkirinên îdarî û qanûnî yên pêwîst ji Kongreyê re pêşniyar bike.
Saziya ku heta sala 1949'an li DYE'yê navê 'Wezareta Şer' bi kar dianî, Kongreyê wê demê nav guhertibû û kiribû 'Wezareta Parastinê'. Li gorî dîroknasan ev guhertin ji bo wê yekê hatibû kirin ku îradeya dûrketina DYE ya ji şer nîşan bide.