Pakistan tevî karesata erdhejê jî Efganan dersînor dike
Piştî erdheja li Efganistanê ku zêdeyî 2200 kes jiyana xwe ji dest dan, Pakistanê qonaxa nû ya kampanyaya dersînorkirina komî ya li hemberî koçberên Efgan da destpêkirin.
Piştî erdheja li Efganistanê ku zêdeyî 2200 kes jiyana xwe ji dest dan, Pakistanê qonaxa nû ya kampanyaya dersînorkirina komî ya li hemberî koçberên Efgan da destpêkirin.
Roja Duşemê nêzî 20 hezar kes bi zorê dersînorî Efganistanê hatin kirin. Neteweyên Yekbûyî (NY) ji Îslamabad xwest ku dersînorkirinê bide rawestandin, lê berdevkê Wezareta Karên Derve ya Pakistanê Şefkat Alî Khan got, “Ev xaka me ye, em ê biryar bidin ka dê kê bimîne kê nemîne.”
Komîsertiya Bilind a Koçberan a NY’ê (UNHCR) ragihand ku bi hezaran kesên xwedî qerta koçberan jî, hatin şandin.