Li Sûdanê lehî rabû: Dibe ku hejmara miriyan bigihîje 1000 kesî

Li herêma Darfur a şerî ya rojavayê Sûdanê, roja Yekşemê lehî û hezaza ji ber barana zêde bûn sedema zirarên mezin. Herî kêm 370 cenaze hatin peydakirin.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî (NY) dibe ku li Gundê Terasinê 1000 kesî jiyana xwe ji dest dabe.

Rayedarên herêmî ragihandin ku heya niha cenazeyê 370 kesî hatiye peydakirin û veşartin, lê belê hê jî gelek kes winda ne. Ji ber ku xwegihandina herêma çiyayî ya Jebel Marra ku gundê berbehs jî li wê herême,  zehmet e bîlanço jî nayê diyarkirin.

Li gorî dîmenên li cihê bûyerê, gundî û xebatkarên dilxwaz hewl didin di nava xirbe û heriyê de cesedên mayî derxînin. Di gel ku saziyên alîkariya navneteweyî negihîştine herêmê jî, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê ji aliyê gundî, komîteyên xwecihî yên berxwedanê û Tevgera Artêşa Rizgariya Sûdanê (SKOH) ve tên birêvebirin. 

Bobelat, li krîza mirovî ya ji ber şerê navxweyî ya di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Bilez ên paramîlîter de rû daye û ji Nîsana 2023’yan ve berdewam dike, zêde bû. NY, rewşa li Sûdanê weke ‘’xirabtirîn krîza mirovî ya li seranserê cîhanê’’ pênase dike; bi milyonan însan ji cih û warên xwe bûne û birçûbûn û nexweşiya kolerayê bi taybetî li herêma Darfurê li dijî jiyanê gefên mezin in.