Li Efganistanê erdhej: Hejmara qurbaniyan 900 derbas kir
Ji ber erdheja bi 6.0 pileyî ya li rojhilatê Efganistanê herî kêm 900 kesî jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 3.000 kes jî birîndar bûn.
Ji ber erdheja bi 6.0 pileyî ya li rojhilatê Efganistanê herî kêm 900 kesî jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 3.000 kes jî birîndar bûn.
Berdevkê Otorîteya Rêveberiya Afetê Mohammed Hamad daxuyanî da AFP'ê û diyar kir ku piraniya qurbaniyan li wîlayeta Kunarê jiyana xwe ji dest dan. Hate ragihandin ku lêgerîna li binê enqazan dewam dike û dibe ku bîlanço giran bibe.
Erdheja ku şeva Yekşemê qewimî bandor li wîlayetên Nangarhar, Kunar û Laghmanê jî kir.
Tîmên rizgarkirinê bi zehmetî xwe digihînin gundên li çiyê ku veguherîne enqazê. Ji roja Duşemê ve helîkopterên leşkerî alîkariyê digihînin herêmê û birîndaran dibin.
Bîlançoya herî giran li wîlayeta Kunarê bû. Li gorî rayedarên xwecihî li vê wîlayetê zêdeyî 800 kesî jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 2 hezar û 500 kes jî birîndar bûn. Her wiha li wîlayetên Nangarhar û Laghmanê jî gelek kes mirin, gelek jî birîndar bûn.
Ajansên Neteweyên Yekbûyî dest bi kampanyayên alîkariya lezgîn kirin. Ji Fona Destwerdana Lezgîn a Neteweyên Yekbûyî 5 milyon dolar hate veteqandin. Îngilistanê jî soza dayina alîkariya ji milyonek sterlînî da.
Efganistan li rêzeçiyayên Hindukuş e ku plakayên tektonîk ên Avrasya û Hint lê digihêjin hev, lewma gelek caran erd lê diheje. Sala 2023'an li wîlayeta Heratê di erdheja bi 6.3 pileyî de hezar û 500 kes miribûn, 63 hezar xanî hilweşiya bûn.